Rojnameyên erebî: Tirkiye û Qeter xwe ji êrişên li Sûriyeyê didin paş

Rojnameyên erebî diyar kir ku Tirkiye û Qeterê hin nîşanan didin ku dixwazin rewşa li Helebê aram bibe. Rojnameyan hişyariya îhtîmala vegeran metirsiya çeteyên DAIŞ’ê  dan.

Rojnameyên erebî: Tirkiye û Qeter xwe ji êrişên li Sûriyeyê didin paş
4 kanûn, 2024   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de bal kişandin ser rola Qeterê û Tirkiye di bûyerên li bakurê Sûriyeyê de û bandora wê li ser Sûriye û Rojhilata Navîn.

ˈQETER Û TIRKIYÊ PIŞTÎ METIRSIYA DAGIRKIRINA HELEBÊ FÊM KIRIN XWE PAŞDE DIKŞÎNINˈ

Rojnameya El Ereb diyar kir ku daxuyaniyên Tirkî û Qeterî peyamên aramiyê didin û nîşaneyan didin ku  piştî metirsiya dagirkirina Helebê fêm kirin xwe paş de dikşînin, bi taybet piştî hêrsa gelek aliyên hermêmî  û navneteweyî, her wiha Îsraîl ji nerazî ji vê operasyonê ne razî ye.

Li gorî rojnameyê "Lê tişta balkêş ew e ku Qeter a ku doza çareseriyeke siyasî dike, rê da ku malpereke wê daxuyaniyeke berpirsekî Îranî biweşîne ku tê de gotibû welatê wî amade ye hêzên xwe bişîne Sûriyê, eger Şamê daxwaz bike. Qeter a ku têkiliyên wê yên nêzîk bi komên tundrew ên li bakurê Sûriyeyê re heye, hewl dide xwe ji tiştên diqewimin bide alî, lê nayê wateya ku ew û Tirkyeyê ne li pişt van êrişan in."

ˈDIBE KU DAIŞ VEGEREˈ

Rojnameya Şerq El Ewset bal kişand ser encamên êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û diyar kir ku ev yek dibe alîkar ku DAIŞ bi awayekî xurt vegere. Hate gotin, "nûnerên Neteweyên Yekbûyî yê taybet bo Sûriyeyê Geir Pedersen hişyarî da ku rewşa Sûriyê "metirsîdar û diguhere" û got herêmên berfireh li wî welatî di bin kontrola aliyên nedewletî de ne û ew rewş dibe sedema vegera DAIŞˈê."

ˈEV ÊRIŞ CIHÊRENGIYA NIJADÎ Û ETNÎKÎ YA SÛRIYEYÊ TÊK DIBINˈ

Rojnameya Indipendet Erebiye nivîsî ku ev êrişên çeteyên Tirk cihêrengiya nijadî û etnîkî li Sûriyeyê têkdibin û hate gotin, ev cihêrengî mozaîkeke bêhempa li Rojhilata Navîn e. Her wiha nivîsî ku ev dewlemendî ji ber kuştina bi hezaran kesan bi sedemên mezhebî û etnîkî, veguheriye rewşek neyînî.

(k)