Rojnameyên erebî: Tirkiye Iraq porvoke dike, aloziya li Lubnanê zêde dibe

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih dan provokasyonên dewleta Tirk ên li Iraqê, aloziya li Lubnanê û geşedanên li Lîbyayê.

Rojnameyên erebî: Tirkiye Iraq porvoke dike, aloziya li Lubnanê zêde dibe
27 sibat, 2024   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb der barê li û tevgerên dewleta Tirk ên li Iraqê de nûçeyek bi sernavê " Daxwazên ne adilane yên Tirkiyeyê hewldanên Iraqê yên çareserkirina pirsgirêka avê girêk dikin" weşand. Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan "Hin şert û daxwazên hikumeta serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên di berdêla berdana biçûk a avê çemên (Firat û Dîcle) ber bi xaka Iraqê ve ne adilane ne û nayên qebûlkirin."

Di nûçeyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku yek ji şertên  din hikumeta Tirk ew e ku hêzên Iraqê rasterast beşdarî şerê li dijî PKK’ê bibe.

’BOMBEBARANKIRINA ROJHILATÊ LUBNANÊ METIRSIYÊN ŞEREKÎ BERFIREH Ê ÎSRAÎLÊ ZÊDE DIKE’

Rojnameya Şerq El Ewsat cih da êrişa îsraîlê ya duh a li derdora bajarê Belebek ê Lubnanê ku baregeha serek a Hizbullah li rojhilatê Lubnanê lê ye. Ev êriş wekî guhertineke mezin di pêvajoya şerê giran ê Til Evîv û Hizbullah de hat nirxandin. Ev yekî ji ber şerê li Xezayê û biryara Hizbullah a ku eniya başûrê Lubnanê veguherîne eniya piştevaniya bi Xezayê ve hat girêdan.

’PROJEYA AMERÎKA YA KOMÊN ÇEKDAR ÊN LI LÎBYAYÊ TEV LI HEV BIKE’

Rojnameya El Erebî El Cedîd bal kişand ser geşedanên li Lîbyayê.  Hate diyarkirin li gel aloziyên li Lîbybayê yên ji ber şerê siyasî, paytextên mezin hewl didin komên çekdar ên li Lîbyayê tev li hev bikin.

Rojnameyê cih da tevgerên mezin ên Moskova yên xurtkirina hebûna li Lîbyayê û wiha hat gotin: "Li gel çalakiyên xurt ên Moskova yên xurtkirina hebûna xwe ya siyasî li Lîbyayê, DYA’yê dixwaze komên çekdar ên li Lîbyayê di bin sîwana fermandariyeke leşkerî ya yekbûyî de bike ye."

(bb)