‘Ji bo ku armanca kampanyayê pêk were em amade ne her tiştî bidin’

Welatiyên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan îmzeyên xwe dan, got ji bo azadiya wî ya fîzîkî pêk were ew amade ne her tiştî bidin.

27 sibat, 2024   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 9’ê Sibatê ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan îmze tên komkirin. Îmzeyên tên komkirin dê ji Konseya Yekitiya Ewropayê re werin şandin.

Welatiyên ji navçeya Çilaxa ya kantona Cizîrê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan îmzeyên xwe dan, nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Welatiyê bi navê Elî Receb got: “Tişta hişt ez îmzeya xwe bidin ew e ku ez di bin banê projeya neteweya demokratîk a biratiya gelan de  aramî, ewlehî û azadiyê hîs dikim. Ji ber vê yekê û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ez amade me her tiştî bidim. Heta armanca xwe pêk neynin nasekinin.”

Kerîma Mihemed jî got: “Min îmzeya xwe da ji ber ku  wekî jin min bi rêya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe nas kir. Rêber Abdullah Ocalan rêberê yekane ye ku rê li ber jinan vekir û di ramanên xwe de cih daye pirsgirkên jinan. Her wiha rêya azadiyê nîşanî jinan da ku rola xwe di civaka exlaq û demokratîk de vegerînin. Cîhan bi Rêbertî û ramanên wî ve girêdayî ye. Bêyî azadiya wî ya fîzîkî aştî û edaletî li cîhanê pêk nayên.”

Jina bi navê Emel Nezal jî got: “Em deyndarên Rêbertî û berxwedana wî ya domdar a ji bo me ne. Em ê her tiştî bikin heta azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin.”

Her wiha Husam Hisên jî got: “Azadiya me bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Ji bo azadiya wî pêk were em ê bê westan kar bikin.”

Li piraniya bajar û navçeyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanyaya komkirina îmzeyan dewam dike.

(bb)

ANHA