Rojnameyên erebî: Tirkiye dixwaze pêşmergeyan beşdarî şerê li dijî PKK’ê bike

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên îro de cih da hewldanên dewlet a Tirk ên beşdarkirina pêşmergeyan di şerê li dijî PKK’ê de, tevgerên Îsraîlê yên li ser sînorê Lubnanê, her wiha hilbijartinên bê yên DYA’yê.

Rojnameyên erebî: Tirkiye dixwaze pêşmergeyan beşdarî şerê li dijî PKK’ê bike
12 sibat, 2024   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Dengê Amerîkayê nûçeyek bi sernavê "Tirkiye hewl dide pêşmergeyan tev li şerê li dijî zarokên gelê xwe bike" weşand. 

Rojnameyê cih da axaftina sekreterê giştî yê berê yê hêzên pêşmergeyan ên li Başûrê Kurdistanê Cebar Yawer ku ji Malpera Dengê Amerîkayê re kiribû.

Li gorî rojnameyê; "Cebar Yawer ragihand ku Tirkiye dixwaze Iraq û herêm hevkarî û beşdariya êrişên vê biharê li nava xaka herêmê li dijî gerîlayên PKK’ê bikin. Cebar Yawer da zanîn ku Tirkiye naxwaze di vî şerî de leşkerên xwe bike qurbanî, dixwaze bi pêşmergeyan şerê xwe bike û şerê birakujiyê derxe.”

‘ÎSRAÎLÊ BIRYAR DA FIRQEYEKÊ JI XEZAYÊ VEGUHÊZE SER SÎNORÊ LUBNANÊ’

Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişand ser tevgerên Îsraîlê yên li Lubnanê. Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe ji Radyoya Artêşa Îsraîlê wergirtine; "Serfermandarê artêşa Îsraîlê Herzî Halevî biryar daye ku yek ji mezintirîn firqeyeke asayî ya artêşê ji Xezayê veguhêze û li ser sînorê Lubnanê bi cih bike."

Hate destnîşankirin ku ev biryar piştî nîqaşên berfireh ên aliyên leşkerî yên Îsraîlê hatiye dayîn.

‘JI SEDÎ 86 AMERÎKÎ BIDEN JI BO SERDEMA DUYEMÎN GUNCAW NABÎNIN’

Rojnameya El Quds El Erebî têkildarî hilbijartinên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên bê nûçeyek weşand. Rojnameyê encama anketa ku şîrketa ABC Ipsos/News amade kiriye, parve kir.

Li gorî anketê, ji sedî 89 hilbijêr dibêjin serokê niha Jeo Biden pir kal bûye û nikare mîsyona rêvebirina welat ji bo dema duyemîn pêk bîne. Her wiha li gorî encama anketa ku 9 û 10’ê Sibatê hatiye amadekirin, ji sedî 44 hilbijêr dibêjin Trump ji Biden bêtir dikare DYA’yê biparêze.

(bb)