Çalakiya greva birçîbûnê di roja 78'an de ye
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan azadiye bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya " dan destpêkirin di roja 78'an de ye.
Girtiyên azadiye yên li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 78’an de didome.
Çalakiya greva birçîbûnê, 27’ê Mijdarê 2023 an di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareserî’ de hate destpêkirin û dê heta 15’ê sibata 2024’an bidome.
Bi heman armancê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Êlih, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî çalakiya "Nobeda Edaletê" hatin destpêkirin.