Rojnameyên erebî: Tirkiye careke din timayên xwe yên li ser Kerkûkê aşkera kirin

Rojnameyên erebî têkildarî rewşa li gundewarên Idlibê, tevgerên dewleta ên Tirk li Iraqê û bersivdayîna pêşbinkirî ya Amerîkayê li hember kuştina leşkerên wê, nivisîn.

Rojnameyên erebî: Tirkiye careke din timayên xwe yên li ser Kerkûkê aşkera kirin
31 ÇILE, 2024   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Watan a girêdayî hikumeta Şamê têkildarî rewşa Sûriyeyê nûçeyek bi sernavê "Li gundewarên Idlibê topbarana li dijî hev" parve kir. 

Di nûçeyê de rojnameyê diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê hedefgirtina çeteyên Cebhet El Nusra li başûrê Idlibê didomînin, li aliyekî din bi çekên giran baregehên çeteyan ên li nêzî Bînîn li herêma Çiyayê Zawiye topbaran dikin.

Rojnameyê da zanîn ku hikumeta Şamê bersiv da bikaranîna çeteyan rewşa hewayê ku bi moşekan êriş baregehên wê kirin.

‘TEVGERÊN TIRKIYEYÊ JI BO SÎNORDARKIRINA KONTROLA YNK`Ê LI KERKÛKÊ’

Der barê tevgerên dewleta Tirk ên li Iraqê de rojnameya El Ereb nûçeyek weşand. Rojnameyê diyar kir ku ji bo ku partiya Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya ku encameke baş di hilbijartinên xwecih ên li Kerkûkê de bi dest xistiye, meclisa parêzgehê bi rê ve nebe, Tirkiye serokê îstixbarata xwe di kêmtirî hefteyekê de careke din şand Iraqê. Bi nêrîna rojnameyê, ev serdan timayên Tirkiyey yên di parêzgehê de aşkera kirin û çi qas ji vegera xurt a YNK`ê li qada siyasî ya Iraqê, ditirse.

‘BIDEN DÊ BERSIVÊ BIDE’

Girêdayî bersivdayîna pêşbînkirî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li hember kuştina leşkerên wê li Urdinê, rojnameya El Şerq El Ewsat di nûçeya xwe de diyar kir ku fişar li ser Biden hene ku çima heta niha bersiv nedaye êrişa ku komên iraqî yên alîgirên Îranê girtiye ser xwe. Her wiha rojnameyê cih da nêrîna pisporan ku Koşka Spî "pakêteke vebijêrkan" dinirxîne ku îhtîmala hedefgirtina rasterast a Îranê kêm e. 

Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre şêwirmendekî îstixbaratî yê Amerîkayê, "Pasdarên Îranê" û wekîlên wê yên li Dêrazorê û beşên din ên rojhilatê Sûriyeyê ji bo DYA’yê armancên sereke ne, tevgerên wan bi rêya balafirên bêmirov û satelaytan têne şopandin û dê bibe "qada gulebarandinê".

(şx)