‘DAIŞ’ê amadekarî dikir êrişî navendên herêmê bike’

Gerînendeyê Navenda Ragihandinê ya YPG`ê Siyamend Elî got çeteyên DAIŞ`ê xwe amade dikir ku êrişî sazî û navendên li herêmê bikin.

‘DAIŞ’ê amadekarî dikir êrişî navendên herêmê bike’
31 ÇILE, 2024   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN
EHMED SEMÎR-DIYAR EHMED

Siyamend Elî ji ajansa me re li ser xetereya kampa Holê û girîngiya ‘Operasyona Mirovî û Ewlehiyê’ axivî ku di qonaxa sêyemîn de berdewam dike.

Têkildarî operasyonê Siyamend Elî got: "Li gorî agahiyên îstixbaratî yên ku me bi dest xistibûn, operasyonê dest pê kir."

Siyasmend Elî wiha domand: "Li gorî agahiyên li ber destê me, amadekerî hebûn ku êrişî navend û saziyên herêmê û hin malbatên niştecihên kampê bihata kirin û xerac lê bihata ferzkirin."

Di 4 rojên pêşîn ên operasyonê de bi dehan çete hatin girtin û gelek bombeyên destan, mayin, kemberên teqeminiyê, çek, cebilxane û amûrên leşkerî hatin desteserkirin.

Siyamend Elî destnîşan kir ku bîlançoya 4 rojên pêşîn, amadekariyên çeteyan ji bo ku êrişan bikin, aşkera dike û diyar kir ku tevgerên zarokên çeteyên DAIŞ`ê jî diyar dikin ku “şûştina mejiyê wan” berdewam e.

Siyamend Elî da zanîn ku çeteyan mijûlbûna QSD`ê bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, bi kar anî ji bo ku xwe bi rêxistin bikin.

(şx)

ANHA