Rojnameyên erebî: Şam hewl dide tecrîda Ewropayê bi dawî bike

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de bal kişand ser îzolekirina hikumeta Şamê ji aliyê hêzên Ewropayê ve û dan û standinên agirbestê yên di navbera Hemas û Îsraîlê de, her wiha geşedanên li Yemenê.

Rojnameyên erebî: Şam hewl dide tecrîda Ewropayê bi dawî bike
2 gulan, 2024   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Ereb El Londoniye nûçeyek bi sernavê "Sûriye dixwaze bi rêya têkiliyên xwe yên dostanî yên bi welatên Ewropayê re bêhelwestiya rojava ji hev bixe" weşand. 

Di nûçeyê de serdana wezîrê karên derve yê Çekyayê Radek Rubis a ji Şamê re wek "xwedî wateyên siyasî" hat nirxandin. Hate gotin: "Li gel ku dewletên Ewropayê dixwazin têkiliyan bi hikumeta Şamê re qut bikin, di heman demê de li gel hebûna gelek dosyayan, di serî de dosyaya penaberî û terorê ku Ewropayê aciz dikin, ev serdan xwedî wateyên siyasî ye.”

Di dewama nûçeyê de hate diyarkirin ku hikumeta Şamê hewl dide bêhelwestiya Ewropayê bi dawî bike, nemaze ku hêzên wê yên mezin redkirina normalîzekirina bi Şamê re israr dikin. Hate gotin: "Çavdêran diyar kir ku Yekitiya Ewropayê ya ku ji gelek aliyan ve şerê penaberiya nerewa dike, hewcedarê tevkariya bi hikumeta Şamê re ya di vê çarçoveyê de ye. Li gorî çavdêran, tevî koçberî û terorîzmê, hikumeta Şamê dikare çend dosyayan bi kar bîne da ku ku hêzên ewropî razî bike ji bo têkiliyên xwe yên li gel wê careke din li ber çavan bigire."

‘DIBE HEMAS DI ÇEND SAETAN DE BERSIVA PÊŞNIYARÊ BIDE’

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê hewldanên agirbesta li Xezayê de nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hate gotin: "Çapemeniya DYA’yê ku agahiyên xwe dispêre rayedarekî misirî, ragihand ku dibe ku tevgera Hemasê di çend saetan de bersiva pêşniyara Îsraîlê bide. Rayedarê misirî anî ziman ku hewayê dan û standinên agirbestê û pevguhertina dîlgirtiyan Hemas û Îsraîlê erênî ye û got diyalogên di navbera gelek aliyan de yên ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkan dewam dikin.”

‘ÊRIŞÊN HÛSIYAN ZÊDE DIBIN, DAN Û STANDINÊN ÇARESERKIRINA ALOZIYA YEMENÊ SEKINÎNE’

Êrişên Hûsiyan ên li Deryaya Sor yek ji rojeva îro ya rojnameya El Erebî El Cedîd e. Di nûçeyê de hate gotin êrişên Hûsiyan ên li Deryaya Sor dan û standinên çareserkirina aloziya Yemenê asteng dikin. Hat bibîrxistin ku Erebistana Siûdî xwe ji hevpeymaniya deryayî ya ji aliyê DYA’yê ve li dijî Hûsiyan hatiye avakirin, dûr xist.

Di dewama nûçeyê de hate diyarkirin ku DYA jî zextê dike ku bêyî rawestandina êrişên Hûsiyan ên li Deryaya Sor û Kendava Edenê dê tu lihevkirineke siyasî ji bo Yemenê tune be.

(bb)