Rojnameyên erebî: Rojhilata Navîn bi parçebûnê re rû bi rû ye

Rojnameyên erebî diyar kir ku projeya bê dê Rojhilata Navîn parçe dike û welatên nû ava bike. Rojnameyan da zanîn ku şerê Xezayê ji ber lihevhatina berjewendiyên Hamasê û yên Netanyahu, wek dubendiyeke tevlihev dimîne.

Rojnameyên erebî: Rojhilata Navîn bi parçebûnê re rû bi rû ye
16 ÇILE, 2025   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de bal kişand ser armancên Îsraîlê yên li Sûriyeyê, projeya pêş a li Rojhilata Navîn, rewşa Sûdanê û agirbesta li Xezayê.

‘ÎSRAÎL Û TENGASIYA SÛRIYEYÊ’

Rojnameya El Xelîc der barê Sûriyeyê de nûçeyek weşand. Hate gotin: "Nîqaşên li Îsraîlê yên der barê diyarkirina plana parçekirina Sûriyeyê li gorî kantonan, armancên demdirêj nîşan didin. Bi van planan dixwaze rewşeke nû li herêmê ferz bike da ku xizmeta berjewendiyên wê yên stratejîk ên ewlehî, aborî û siyasî bike."

Li gorî rojnameyê: "Îsraîl plan dike ku Sûriyeyê dabeşî 4 kantonan bike. Kantona başûr, navenda wê Siwêda ye, kantona din ji Idlibê ya li bakur heya perava Sûriyeyê ya li bakurê rojavayê welat e, kantona din jî herêma Kurdan a li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ye û ya çaran jî deverên din ên Sûriyeyê ne ku navenda wê Şam e. Lê ev plan û daxwazên Îsraîlê bi rewşa navxweyî û herêmî ya bigirêk re rû bi rû dimîne. Gelê Sûriyeyê bi hemû rengên xwe ji planeke bi vî rengî re ne amade ye. Ji bo rêgirtina li pêşiya van xetereyan hişyarbûn têrê nake, lê divê zextên navneteweyî yên rasteqîn hebin ku Îsraîlê ji axa Sûriyeyê derxin. Ev zext jî heya niha nîn in."

Rojnameya El Ereb jî bal kişand ser siberoja Sûriyeyê û ev tişt nivîsî: “Her kes li gel rêveberiya nû, siberojeke baş ji bo Sûriyeyê hêvî dike. Divê em baş bizanin ku projeya siberoja Rojhilata Navîn ne yekitiya Sûriye, Lîbya, Sûdan û yên din e, belkî parçebûna zêdetir a Rojhilata Navîn û avakirina dewletan di nava dewletên serbixwe de ye. Sînorên Sykes-Picot ên ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem hatin xêzkirin, zû yan dereng, dê werin guhertin, îhtîmal hene ku welatên nû ji malzaroka hin welatên erebî çêbin."

Rojnameyê diyar kir ku Sûriye li pêşberî pêvajoyeke nû û ya herî girîng jî hilweşandina rejîma Baasê ya Sûriyeyê û ketina îslama siyasî li şûna wê ye. Hate gotin: "Li gorî pîvanên rojava, cudahiya di navbera laîkparêziya ku Baasê pêk dianî û îslama siyasî de, ew e ku Baasê ol ji dewletê vediqetand. Lê ya din qaşil in ku nikare ku îslamê bi temanî bi cih bîne. Pênaseya rast a aşkera îslamî ye, lê bingeh laîk e. Bi her awayî li Sûriyeyê ji bilî navan tiştek neguheriye. Madem Sûriye ji bo rojava û DYAˈyê perestgehek e, dê rewşa wê wekî xwe bimîne.”

‘SÛDAN.. SERKEFTINEKE SIVÎL AN FITNEYA TOLHILDANÊ’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî der barê Sûdanê de nivîsî. Rojnameyê bal kişand ser xîtaba nefretê û hewldanên derxistina fitneyan û ev tişt nivîsî: "Li gel rewşa dijwar a ku Sûdan tê re derbas dibe û bandorên ku şer çêkirine, girîngiya têkoşîna li dijî xîbata nefretê û hewldanên derxistina fitneyan derdikevin pêş. Berpirsyariya vê yekê jî dikeve ser milê her kesî. Ew kesên ku bûyera li Kenabî mezin dikin û ji bo gurkirina nakokiyên nîjadî bi kar tînin, xencereke din di kêleka welatê birîndar de dadiçikînin.”

ˈLI XEZAYÊ SERDEMEKE NÛ: AGIRBESTˈ

Tora El Erebiye der barê agirbesta li Xezayê de nivîsî. Hate gotin: “Em rûbirûyî rêkeftineke siyasî ne, belkî agirbesteke li ser bingeha rêgezên ewlehiyê. Ev rêkeftin jî li gorî qonaxan e. Ev tê wê wateyê ku encamên sabit nîn in, lê di her kêliyê de pêvajoyeke komkirî û neçalakkirî ye, dibe ku were beltalkirin jî.”

Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku şerê Xezayê ji ber lihevhatina berjewendiyên Hemasê bi berjewendiyên Netanyahu re pirsgirêkeke bigirêk e, ji ber vê yekê jî encamên wê yên xirab dê berdewam bin.

(bb)