Artêşa Tirk navçeyên Biradostê topbaran kir

Artêşa dewleta Tirk a dagirker deverên Tarîsta, Geliyê Reş û Geliyê Sinîn ên li herêma Biradostê ya Başûrê Kurdistanê topbaran kirin.

Artêşa Tirk navçeyên Biradostê topbaran kir
16 ÇILE, 2025   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih, vê sibehê artêşa dewleta Tirk a dagirker deverên Tarîsta, Geliyê Reş û Geliyê Sinîn ên li herêma Biradostê ya parêzgeha Hewlêrê topbaran kirin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê topbaran bi dijwarî hatiye kirin û çend saetan dewam kiriye lê agahiyên têkildarî zirar û ziyanên êrişê bi dest neketin.