Rojnameyên erebî: Naskirina Filistînê bêyî pratîzekirin bê wate ye

Nîqaşên li ser avakirina dewleta Filistînê di siberojê de û bi taybet bi nêzîkbûna civîna Neteweyên Yekbûyî re, girîngtir dibe. Çavdêr diyar dikin ku naskirina dewleta Filistînê bêyî pratîzekirinê, bê wate dimîne.

Rojnameyên erebî: Naskirina Filistînê bêyî pratîzekirin bê wate ye
18 îlon, 2025   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Xelîc bal kişad ser serdana serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Doland Tramp ya li Brîtanyayê û da zanîn ku Brîtanya ji vê serdanê hêvî dike destkeftiyên aborî, siyasî û stratejîk bi dest bixe. Ev bi rêya peymanên enerjiya nukleer, teknolojî û bazirganiyê pêk tê. Li aliyê din serdana Trump rastî nerazîbûna gel hat û li dijî wê meş hatin lidarxistin.

Rojnameyê bal kişand ser hemû aliyên serdanê, herî zêde jî bal kişand ser aliyê aborî û îmzekirina îtifaqên li ser enerjiya atomê. Di heman demê de koordîneya di navbera her du aliyan de li ser dozên navneteweyî wekî şerê li Xezayê, naskirina dewleta Filistînê, helwesta der barê şerê Ukranyna û bandora aloziyên navneteweyî bi Çîn û Rûsyayê re.

‘NASKIRIN BÊYÎ PRATÎZEKIRIN BÊ WATE YE’

Rojnameya El Ereb bal kişand ser doza Filistînê û bi taybet di civîna Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de ku tê payîn were lidarxistin. Rojnameyê diyar kir ku şerê Îsraîlê yê li dijî Xezayê hişt li Filistînê doza dewleta serbixwe li gorî çareseriya “2 dewletan” bikeve rojeva navneteweyî.

Rojnameyê îşaret bi girîngiya nîqaşên navneteweyî kir û diyar kir ku tê payîn dewletên rojavayî yên wekî Brîtanya, Fransa, Kanada, Awisturya, Belçîka û Portugalê dewleta Filistînê nas dikin û dibe Spanya, Îrlanda û Norwêc jî tev li wan bibin.

Heman rojnameyê mercên serkeftina ragihandina dewleta Filistînê bi van xalan destnîşan kirin: “Divê desthilata Filistînê hilbijartinanên nû li dar bixe. Divê Ewropa ji naskirina sembolîk dûrtir biçe, ev jî bi rêya piştgiriya aborî ya yekser çêdibe. Îtîfaqên bazirganiyê, nûnertiya dîplomatîk were pêşxistin, hêzên ewlekariyê yên Filistînê werin perwerdekirin. Ji dewletên Ereban bi serkêşiya Erebistana Siûdî jî tê xwestin têkiliyên xwe di xeteke zelal de çêkin û piştgiriya madî, dîplomatîk û ragihandinê bidin Filistînê.”

 (dc)