Rojnameyên erebî: Naskirina dewleta Filistînê guhertineke sembolîk û girîng e

Li gorî rojnameyên erebî, naskirina dewleta Filistînê ji aliyê hêzên navneteweyî ve, guhertineke sembolîk û girîng e. Lê heke yekhelwestiya filistîniyan a zelal û stratejîk pêk neyê, dê têrê neke.

 Rojnameyên erebî: Naskirina dewleta Filistînê guhertineke sembolîk û girîng e
27 îlon, 2025   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Piraniya rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de mijara naskirina dewleta Filistnê nirxand.

Rojnameya El Ereb di gotareke bi sernavê “Filistîn di navbera naskirina sembolîk û rewşa tal de ye” de, şêwaza nêzîkatiya bi doza Filistînê re rexne kir. Di gotarê de tê gotin ku naskirinên di demên dawî de yên dewleta Filistînê, asta destkeftiyên sembolîk derbas nake û ne li gorî guhertinên bingehîn ên di asta siyasî û meydanî de ye.

Rojnameyê diyar kir ku hin welatên rojavayî nîşana piştgiriya doza Filistînê radikin, lê di rastiyê de bêyî tu gavan biavêjin, têkiliyên xwe bi Îsraîlê re diparêzin û wiha nivîsand: “Ne têkiliyên xwe qut dikin û ne jî peymanên heyî di ber çavan re derbas dikin.”

Nivîskarê gotarê hişyarî da û got divê zêde baweriyê xwe bi wan neynin û wiha domand: “Dewlet bi daxuyaniyan nayên avakirin. Lê belê bi berxwedan û yekitiya siyasî pêk tên. Rewşa Qudisê û mafê vegerê, dê çi li wan were? Metirsî mezin e; dewleteke serweriya xwe kêm ji dayik bibe.”

Di gotareke din a heman rojnameyê ya bi ser navê “Ewropa Filistînê nas dike: Qîrîna li dijî Netanyahu û nameyek ji Tramp re” de, tê gotin ku helwesta Ewropayê ya naskirina dewleta Filistînê dê li ser erdê di hevsengiyan de tu guhertinekê pêk neyne û wiha domand: “Lê xaleke kêm di dîwarê bêdengiya navneteweyî de ye. Di heman demê de peyameke siyasî ya ye.”

Rojnameya El Şerq El Ewsat jî der barê mijarê de gotarek bi sernavê “Li ser naskirina dewleta Filistînê” weşand. Di gotarê de hate gotin ku naskirina navneteweyî ya zêde ya dewleta Filistînê, tevî derengmayînê û ji bo guhertina rewşa heyî ne têrker e, lê serkeftineke pêwîst e. Di berdewama gotarê de jî hate destnîşankirin ku ji ber naskirin guhertineke di hewlwesta navneteweyî de ye û zexta zêde ya li dijî Îsraîlê ye, divê bi cidiyet têkilî pê re bê danîn da ku doza Filistînê bi pêşdetir here.

Di rojnameyê de gotarek din a bi sernavê “Xwendinek di naskirina dewleta Filistînê de” derket. Rojnameyê bal kişand ser guhertina raya giştî ya welatên rojavayî û naskirina zêde dewleta Filistnî û diyar kir ku ev derfeteke giranbuha ye. Di nivîsê de her wiha hate gotin ku divê Filistînî bi yekrêziya xwe û pêkanîna stratejiyeke zelal û li gorî serdemê nêzî vê helwestê bibin. Di dawiya gotarê de jî hate gotin ku li şûna vê derfetê bi nakokiyên xwe yên navxweyî winda bikin, divê vê derfetê bi dest bixin. Ji ber cîhan niha guhdar dike û gog li meydana filistîniyan e.

(dc)