Şandeya jinan civînên xwe li Swîsreyê didomîne

Şandeya jinan a Bakur û Rojhiatê Sûriyeyê li Swîsreyê bi parlamenter, rêxistinên civakî û gel re civiya.

Şandeya jinan civînên xwe li Swîsreyê didomîne
Şandeya jinan civînên xwe li Swîsreyê didomîne
Şandeya jinan civînên xwe li Swîsreyê didomîne
Şandeya jinan civînên xwe li Swîsreyê didomîne
Şandeya jinan civînên xwe li Swîsreyê didomîne
Şandeya jinan civînên xwe li Swîsreyê didomîne
27 îlon, 2025   11:18
NAVENDA NĞÇEYAN

Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî hevdîtinên xwe yên li Almanyayê, derbasî Swîsreyê bû. Şande ji hevseroka Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer, berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê Muna El Yusif, berdevka Civata Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim, endama Kongra Star Jiyan Hisên û rêvebera Yekitiya Jinên Suryan Corjêt Bersûm pêk tê.

Şande destpêkê li Meclisa Federal a Swîsreyê bi parlamenterê SP’ê û endamê Komîteya Têkiliyên Derve Fabian Molina re hevdîtin kir. Şandeyê di hevdîtinê de geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê ragihand û destnîşan kir ku divê mafên jinan û pêkhateyan di ewlehiyê de bin. Molina jî bal kişand ser modela demokratîk a Rojava û got, divê civaka navneteweyî berpirsyarî bigire ser xwe.

Şande piştre bi parlamenterê SP’ê û endamê Koma Dostatiya bi Kurdan re Carlo Sommaruga re civiya. Di hevdîtinê de hate gotin, piştî şerê 14 salan ji bo çêkerên demokrasî, wekhevî û federal hêviyek çêbû, lê belê xeteriya bêistiqrariyê û zext didomin.

Sommaruga biryara piştevanî û naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku 22’yê Sibata 2025’an ji aliyê Meclîsa Federal a Swîsreyê ve hate qebûlkirin, bi bîr xist û piştevaniya Swîsreyê dubare kir.

CIVÎNA BI CIVAKA SIVÎL RE

Piştî hevdîtinên parlementoyê şande li Haus der Bewegung (Mala Tevgerê) a li Bernê bi rêxistinên jinan, aktîvîstên avhewayê û tevgerên civakî yên curbecur re civiya. Aktîvîstên Swîsreyî eleqeyek zêde nîşanî civînê dan, di civînê de peyamên piştevaniyê derketin pêş.

Şande herî dawî beşdarî civîna gel a li Navenda Civaka Kurd a Bernê bû. Li vir jî rewşa heyî ya Sûriyeyê û têkoşîna jinan hate ragihandin.

Şandeya Jinan a Rojava wê hevdîtinên xwe yên li Swîsreyê bidomîne û li Lozan, Zurîh, Aarau û St. Gallen bi parlamenter, rêxistinên civakî yên sivîl û gel re bicive. Her wiha şande wê weke axaftvan beşdarî panela li Lozanê bibe.