Rojnameyên erebî: Mezhebperestî yekitiya saziyên Iraqê dixe xetereyê

Rojnameyên erebî der barê aloziya li bakurê Sûriyeyê, rewşa Iraqê û Lubnanê de nivisîn.

Rojnameyên erebî: Mezhebperestî yekitiya saziyên Iraqê dixe xetereyê
28 kanûn, 2023   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

‘BAKURÊ SÛRIYEYÊ; QADA GURKIRINÊ YA TIRKIYE Û RÛSYAYÊ’ 

Rojnameya El Erebî El Cedîd êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wêrankirina binesaziyê û hedefgirtina gund û jîngehan, bi êrişên hêzên hikumeta Şamê û Rûsyayê yên li bakurê rojavayê Sûriyeyê ve girê da ku her duyan topbarankirina bakur û başûrê Idlibê zêde kirin.

‘TAÎFIYET YEKITIYA IRAQÊ DIXE XETEREYÊ’

Rojnameya El Ereb têkildarî rewşa Iraqê nûçeyek parve kir. Di nûçeyê de rojnameyê diyar kir ku ferzkirina diyarkirina mezhebê ji bo ciwanên ku dixwazin tev li saziya têkoşîna li dijî terorê ya Iraqê bibin, diyar dike ku taîfiyet ketiye nav saziyên dewletê. Ev jî li ser yekitiya wan saziyan xetere ye û rû bi rûyî parçebûnê dihêle.

‘RAYEDAREKÎ ÎSRAÎLÊ GEFA VEKIRINA ENIYEKE DIN A ŞER LI DIJÎ HIZBULLAHÊ XWAR’

Tora El Hura têkildarî şerê Îsraîlê yê li Xezayê nûçeyek weşand. El Hura di nûçeya xwe de got li gel berdewamkirina operasyonên leşkerî yên Îsraîlê yên li Xezayê, endamê Meclisa Wezîrên Şer a welêt, gef xwar ku eniyeke din li ser sînorên bakur ên bi Lubnanê re veke ku Hizbullah rojane bi Îsraîlê re di nav pevçûnan de ye.

Rojnameyê axaftina endamê Meclisa Wezîrên Şer a Îsraîlê û wezîrê parastinê yê berê Benny Gantz bi bîr xist ku gotiye: "Dema çareseriya dîplomatîk diqede. Heke cîhan û hikumeta Lubnanê ji bo rawestandina êrişan li ser xelkê bakurê Îsraîlê nelebitî û Hizbullah ji sînor dûrnexist, wê demê artêşa Îsraîlê dê wisa bike."

(şx)