CÎK’ê qurbaniyên Komkujiya Roboskiyê bi bîr anî

Civaka Îslamî ya Kurdistanê CÎK’ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Roboskiyê daxuyaniyêk weşand û got: “Em qurbaniyên komkujiya Roboskiyê bi bîr tînin û dibêjîn tenê rêyek ji bo me Kurdan heye, berxwedan û azadî.

CÎK’ê qurbaniyên Komkujiya Roboskiyê bi bîr anî
28 kanûn, 2023   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN 

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi wesîleya salvegera Komkujiya Roboskiyê daxuyaniyek weşand û komkujiya Roboskiya 28’ê Kanûna 2011’an li bajarê qilibanê herêma Roboskî bi balafirên şer hatin bombebarankirin û 34 kes hatin qetilkirin bîr anîn.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Ev sed sal in komara Turanîzm û Kemalîzmê ser gelê me, hemû cureyên polîtîkayên qirkirin û tunekirinê didomîne. Serhildan û daxwazên gelê me, di dîroka kevin de, tenê bi qirkirinê hatine bersivdan.

Qirkirina ziman, çand, dîrok, ol, mezheb û talankirina xwezaya Kurdistanê bê navber berdewam e.

Bav û kalên me kuştin, darde kirin mezelê wan jî ne diyar in. Her roj zarokên vê gelî bi awayekî hovane qetil dikin. Li rojavayê welatê me ji bo çar milyon mirovên me qir bike, avê, nan, sotemeniyê, nexweşxaneyan û elektrîkê bombebaran dike, ev jî têrê nake mirovên bêguneh qetil dike.

28’ê Kanûna 2011’an li bajarê qilibanê herêma Roboskî bi balafirên şer komekî zarokên Kurd hatin bombebarankirin û 34 kes hatin qetilkirin. Ev qirkirinekî eşkere û vekirî bû.

Divê Kurd tu caran van neyarên xwe yên hov ji bîr nekin û xefletê jiyan nekin. Piştî vê qirkirinê, qirkirinên dîtir û girantir li her çar hêlên welatê me bê navber berdewam in.

Tenê rêyek ji bo me Kurdan heye, berxwedan û azadî. Divê hemû gele me neyarên nîjada xwe ji nêz ve nas bike û li dijî van kuştinan têbikoşe.