Rojnameyên erebî: Mezhebperestî amûra destwerdana li Sûriyeya nû ye

Rojnameyên erebî diyar kir ku ya li Sûriyeyê rû dide şerekî taîfî ye û amûra destwerdanên herêmî û navneteweyî ye. Rojnameyan destnîşan kir ku destwerdêrên Sûriyeyê vî şerê ji bo pêkanîna armancên xwe li ser hesabê istiqrara welat bi kar tînin. Der barê Sûdanê de jî hate gotin, metirsî hene ku welat bê parçekirin.

Rojnameyên erebî: Mezhebperestî amûra destwerdana li Sûriyeya nû ye
15 adar, 2025   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Rewşa Sûriyeyê û şerê li Sûdanê manşetên vê sibehê yên rojnameyên erebî ne.

’MEZHEBPERESTÎ AMÛRA DESTWERDANA HERÊMÎ Û NAVNETEWEYÎ YA LI SÛRIYEYA NÛ YE

Rojnameya El Ereb der barê Sûriyeyê de destnîşan kir ku ya li Sûriyeyê rû dide şerekî taîfî ye û amûreke destwerdanên herêmî û navneteweyî ya li Sûriyeyê nû ye. Rojnameyê îşaret pê kir ku mezhebperestî ji xwediyê armancên siyasî yên ku hewl didin serxistina şoreşa Sûriyeyê têk bibin, bûye alaveke aktîf.

Rojnameyê bi bîr xist ku " Beriya rûxandina Beşar Esed, rejîma Sûriyê mezhebî û kêmneteweyî ji bo domandina desthilata xwe, manîpulekirina hevsengiyên mezhebî û parçekirina welat bi kar dianî."

Li gorî rojnameyê, mezhebperestî û olperestî dê berdewam bikin, ji ber ku amûrek destwerdana herêmî û navneteweyî li Sûriyeyê ne. Rojnameyê teqez li ser vê yekê kir ku divê desthilata nû bi hişyarî tev bigere û li pey xwediyên berjewendiyên teng nekeve.

LI  SÛDANÊ ŞEREKÎ VALA

Rojnameya El Xelîc şerê domdar ê di navbera hikumeta Sûdanê û  Hêzên Destwerdana Lezgîn de wekî "şerekî vala yê bê armanc" bi nav kir. Hate gotin, ev şer tenê  hevrikî û nakokiya di navbera her du aliyan de ne ku beşek ji rejîma desthilatdar li welat bûn.

Rojnameyê bi bîr xist ku şerê zêdetirî 2 sal e dewam dike, bû sedema wêraniya Sûdanê û koçberkirina bi mîlyonan welatiyên wê û yê mayî ji kir mexdûrên biçîbûn, kuştin û belavbûnê.

Rojnameyê hişyarî da ku Sûdan parçeyî du dewletan bibe ku yekitiya welat bixe metirsiyê.

(bb)