Rojnameyên erebî: Li Sûriye û Iraqê nakokî û bombebaran

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa topbarana Îsraîlê ya li ser Sûriyeyê, topbarana Amerîkayê li Iraqê û geşedanên li Xezayê kir.

Rojnameyên erebî: Li Sûriye û Iraqê nakokî û bombebaran
26 kanûn, 2023   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI SÛRIYEYÊ ALOZIYA DI NAVBERA ÎSRAÎL-ÎRANÊ DE’

Rojnameya El Ereb têkildarî topbarana Îsraîlê ya li Sûriyeyê nûçeyek weşand. Di nûçeya xwe de diyar kir ku Pasdarên Îranê gef li Îsraîlê xwarin ku dê berdêla kuştina yek ji fermandarên wê yê herî payebilind ku hevalê fermandarên Feyleq El Quds Qasim Suleymanî bû û koordînatorê xebatên li Sûriyeyê ye, di êrişekekê li Şamê de bide.

Li gel aloziyên mezin li herêmê û bandorên şerê Xezayê, Mûsawî hate kuştin.

‘LI IRAQÊ TOPBARAN’

Rojnameya El Erebî El Cedîd têkildarî rewşa li Iraqê nûçeyek parve kir. Rojnameyê di nûçeya xwe de destnîşan kir ku wezîrê parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin got artêşa Amerîkayê duh 3 cih li Iraqê topbaran kirine. Ew cih ên komên alîgirên Îranê ne. Ev êriş, bersiva êrişekê ye ku beriya wê bi çend saetan pêk hatiye û di encamê de 3 leşkerên amerîkî birîndar bûne.

Li gorî rojnameyê Austin gotiye: "Hêzên çekdar ên Amerîkayê li dijî 3 baregehên li Iraqê ku ji aliyê Hizbullah û komên alîgirên wê ve têne bikaranîn, êriş li dar xistin."

‘NETANYAHU: HETA TUNEKIRINA HEMASÊ ŞER BERDEWAM E’

Rojnameya Şerq El Ewsat destnîşan kir ku serokê hikumeta Îsraîlê Benjamîn Netanyahu soz da ye ku şerê li Xezayê ranewestîne.

Netanyahu di serdana xwe ya li bakurê Xezayê de ji efser û leşkerên Îsraîlê re axivî û got: "Şer nasekine. Heta dawiyê û tunekirina Hemasê berdewam e.”

(şx)