Di êrişa Rûsyayê ya li Idlibê de 5 kes hatin kuştin

Di êrişên hewayî yên Rûsyayê yên li bakurê Idlibê de 5 kes hatin kuştin.

Di êrişa Rûsyayê ya li Idlibê de 5 kes hatin kuştin
26 kanûn, 2023   11:02
NAVENEDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), balafirên şer ên Rûsyayê mezreyeke di navbera bajarokê Ermenaz û Daristana Şêx Behr a li bakurê Idlibê de bombebaran kir û 5 kes hatin kuştin.

Bi van daneyan, hejmara kesên ku îsal di êrişên balafirên şer ên Rûsyayê de li “herêma bêçek” hatine kuştin, dibe 65 û zêdetirî 106 kes jî birîndar bûne.

(bb)