Rojnameyên erebî:  Li Siwêdayê avakirina mecliseke leşkerî hat ragihandin

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da avakirina mecliseke leşkerî li Siwêdayê, hewldanên pêkanîna agirbestê di navber Hemas û Îsraîlê, her wiha hewldanên çareserkirina xetimandina siyasî ya li Lîbyayê.

Rojnameyên erebî:  Li Siwêdayê avakirina mecliseke leşkerî hat ragihandin
30 gulan, 2024   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Ereb El Londoniye der barê Siwêdayê de nûçeyek bi sernavê ’ Li Siwêdayê mecliseke leşkerî: destpêka leşkerkirina serhildana dirziyan e an hedefkirina tevgerê ye?’ weşand.Hate diyarkirin ku avakirina vê meclisê  pirsên wekî "Gelo destpêka leşkerkirina xwepêşandanên Siwêdayê ye yan ji bo hedefkirina tevgera aştiyane ya gel e?" didin pêş.

Hate gotin: "Bi armanca yekkirina komên çekdar ên xwecih beriya çend rojan avakirina ’meclisa hêzên leşkerî yên Siwêdayê’ hat ragihandin. Nûnerên meclisê gotin ku meclis ji aliyê lîderê rûhî yê dirziyên li Siwêdayê Şêx Hikmet El Hecrî ve hatiye pîrozkirin û wî biryara avakirina vê meclisê daye."

Rojnameyê ku cih daye nirxandin aliyên siyasî ev agahî dan "Ragihandina avakirina meclisa leşkerî gumanan çêdike, nemaze ku heta niha ti komeke çekdar tevlêbûna xwe ya nava meclisê ranegihandiye. Di heman demê de tu helwesteke fermî ji aliyê lîderê ruhî ve derneketiye. Çavkaniyên nêzî Şêx El Hecerî diyar kir ku tu girêdana Şêx El Hecerî ne ji nêzîk ve û ne jî dûr ve bi meclisê ve nine. "

Di dewama nûçeyê de hate gotin: " Dibe ku hikumeta Şamê propogandaya avakirina meclisa leşkerî dike da ku tevgera gel reş nîşan bide û tundiyê li dijî xwepêşandêran bi kar bîne. Li beramberî wê hin kes dibêjin ku dibe ragihandina avakirina meclisê gaveke ji aliyê hin çakvanan ve bibe, di demê de ku xwepêşandanên aştiyane armancên tên xwestin bi cih nayînin."

’AGIRBESTA XEZA: QAHÎRE BI ŞERTAN HEWLDANÊN XWE ZÊDE DIKE’

Hewldanên pêkanîna agirbestê di navbera Îsraîlê û Hemasê de di rojeva rojnameya Şerq El Ewsat de cih girt. Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre pisporan diyar kir ku axaftinên di çapemeniya Misirê yên têkildarî "Jinûve destpêkirina diyalogan bi şert û mercan" de mîna dehfeke ber bi pêkanîna diyalogên durist e û "derfetek ji bo sekinandina Tel Evîv di di şer de be ye."

Hate gotin "Çavkaniyekî misirî diyar kir ku şandeya ewlehiyê ya Misirê bi hevkariya Qeter û DYA’yê xebatên xwe yên bi armanca jinûve aktîfkirina peymana agirbestê û pevguhertina dîlgirtiyan de zêdetir kirine. Li gorî çavkanî şertê ku Misir pê ve girêdayî ye ew e ku der barê deriyê sînor ê Refehê de dê tenê bi aliyên filistînî û yên navneteweyî re bide û bistîne, dê bi Îsraîlê re hemahengiyê neke."

Her wiha hate diyarkirin ku Îsraîlê dixwaze şer dirêj bike da ku ji aloziyên xwe yên navxweyî bireve.

`TEVGERÊN NAVNETEWEYÎ JI BO ÇARESERKIRINA XETIMANDINA SIYASÎ YA LI LÎBYAYÊ’

Der barê Lîbyayê de rojnameya Îtîhad El Îmaratiye ku agahiyên xwe dispêre rayedarên Lîbyayê; ji bo çareserkirina xetimandina siyasî ya li welat û aktîfkirina  rêgeha leşkerî ya di navbera endamên komîteya (5+5) de, bi pêşengiya şandeya NY’yê tê kirin.

Di rojnameyê de hate gotin "Çavkaniyên Lîbyayî diyar kirin ku cîgirê serokê nûneratiya Netewên Yekbûyî yê ji bo kar û barên siyasî li îmkanan bidestxistina lihevhatineke siyasî di navbera pêkhateyên Lîbyayê de û parastina destkeftiyên Komîteya Leşkerî ya Hevbeş ya Lîbyayê digire. Her wiha diyar kir ku şande  dixebite da ku di 3 mehên pêş de sê rêyên Berlînê aktîf bike."

(bb)