Çima 31 sent?

Agahiyên ku rayedarên Rêveberiya Xweser dane ajansa me,  sedema diyarkirina buhayê kirîna genim ji cotkaran an ku 31 sent ji bo kîloyekê aşkera dike.

Çima 31 sent?
30 gulan, 2024   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN
ZANA SEYDÎ

Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 26`ê Gulanê bi biryarekî buhayê kirîna genim ji cotkaran ragihand. Li gorî biryarê dê Rêveberiya Xweser dê her kîloyeke genim bi 31 sent amerîkî ji cotkaran bikire. Cotkaran bertek nîşanî vê biryarê da û got, ev nirx ne li gorî lêçûna çandina genim û keda wan a gelek mehan e, nexasim ji ber bihabûna nirxê sotemeniyê. Her wiha cotkaran banga sererastkirina nirxê kirîna genim kir.

Rêveberiya Xweser  28’ê Gulanê di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku ew diyarkirina buhayê genim encamên lêkolîn û civînên bi gelek aliyan re pêk hatibû û ragihand ku buha wekî xwe dimîne.

Rayedarên Desteya Çandinî û Avdanê, Desteya Aborî û Desteya Diravî  der barê sedema diyarkirina vê buhayê agahî bi m der barê diyarkirina vê buhayê agahî dan ajansa me.

JI BER TOPBARANA DEWLETA TIRK A DAGIRKER MEHANE 20 MÎLYON DOLAR ZIRAR E

Li gorî agahiyên ku Desteya Diravî dane me, gelek cihên petrolê yên sereke wekî  Odê, Zerba û Babasî ku rojane 3-4 ton petrola xam berhem dida, di payîza borî de ji ber bombebarana dewleta Tirk a dagirker bi temamî rawestiyan. Ev jî bandor li buceya Rêveberiya Xweser kir. 

Li gorî desteyê, nêzîkî 20 mîlyon dolar dahatên mehane yên ji van zeviyan di mehên borî de winda bûne.

Li kêleka wê, di encama hedefgirtina stasyonên enerjiyê de jî zirareke mezin gihîşt qadên xizmetguzarî, pîşesazî û bazirganî.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku ji ber van encaman, bandor li diyarkirina nirxê kirîna genim jî hat kirin. Tevî ku nirxê wê li ser asta cîhanê li gorî sala borî zêde bûye ew jî 430 dolar ji bo her tonekê ye.

RÊVEBERIYA XWESER JI BO DERBASKIRINA VÊ PIRSGIRÊKÊ DÊ ÇI BIKE?

Li gorî agahiyên ku ajansa me bi dest xistine, Rêveberiya Xweser ji bo kirîna genim ji cotkaran 125 mîlyon dolar veqetandiye. Li gorî ku tê dîtin îsal nêzî mîlyon ton genim li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê hilberîn. Di encamê de budceya ku ji bo kirîna genim hatiye veqetandin tenê ji bo ji sedî 35 ji mîlyon ton genim, têrê dike.

Rayedarên Rêveberiya Xweser diyar kir ku wan xwest bi rêya bazirganan genim  bi buhayê ku li gorî dayîna nirxê kirînê ji hundir ve bifiroşin derveyê herêmê,  hikumeta Şamê û Başûrê Kurdistanê û welatên derdorê, lê  hemû aliyên navborî her tonek genim tenê 250 dolar dane navbeynkaran û bazirganan.

Çavdêran diyar kir ku nirxê ku hikumeta Şamê daye nerast e û metirsî heye ku pere ji cotkaran bistîne ji ber ku lêçûna wan herêmab zêdetir e. Ji ver wê jî 36 sentên ku hikumeta Şamê diyar kiriye ne wek 31 sentên li herêmên Rêveberiya Xweser in.

Bi vî awayî eger genim bi 31 sentan ji cotkaran bê kirîn û bi 25'an ji bo derve bê firotin zirar ê duqatî be. Ji ber wê jî Rêveberiya Xweser firotina genim ji bo derve betal kir û ew ê ji bo salên bê di embar bike.

Rêveberên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku Rêveberiya Xweser salane di kirîna genim de hewl dide welatî zirarê nekin û li ser hesabê Rêveberiya Xweser zext li wan neyê kirin. Her wiha ku nirxê nanê ku ji wî genimî çêdibe jî tenê têra lêçûna firneyan, mûçeyên karmendan û çaksaziya salane dike. Li kêleka wê jî hemû amûrên ku ji derve tên kirîn bi dolar in û pereyên ku ji welatiyên tên wergirtin bi lîreya Sûrî ne, ev jî dibe pirsgirêk.

Li gorî agahiyên ku Desteta Diravî dane ajansa me Rêveberiya Xweser di mijara firotina sotemeniyê de xisar dîtiye, sedema vê yekê li gorî desteyê ew  e ku Rêveberiya Xweser ji sedî 50 berhemê petorlê difroşe welatiyan. Her wiha dahatên wê têra xerciyan nake, ev jî dibe sedem ku Rêveberiya Xweser ji sedî 75  bixesire.

RÊVEBERÎ LI ŞÛNA LÎRE DOLAR BI KAR TÎNE

Rêveberiya Xweser par  li şûna lîreya Sûrî dolar bi kar bîne ji ber ku hin cotkar fatûreyên xwe di meha Tîrmehê de destînin hin jî di Cotmehê de, di navbera herdu mehan de jî dibe ku nirxê lîreyê li hemberî yê dolar bi rêjeyek mezin bê guhertin û di encamê de zirar digihîje welatiyan. Nexasim ku tevgera sûkê jî li gorî nirxê lîreyê li hemberî dolar diçe.

HEJMARÊN BURSA Û BAZIRGANAN BÊ WATE NE

Berpirsan diyar kir ku nirxên ku malperên nefermî belav dikin nerast in. Nirxê genimê Rûsya û Ukraynayê ku ew ên herî baş in ne zêdetirî 250 dolar li hemberî tonek genim e. Nirxê tonek genimê Argentînayê 295 û yê Bulgarya 286 e. Nirxê tonek genim li ser asta cîhanê wek ku hatiye diyarkirin ne zêdetirî 300 dolar e.

Li gorî wê jî, Rêveberiya Xweser nirxê tona genim 310 dolar diyar kir. Rêveberiyê piştî lêkolînan û şopandinê diyar kir ku li gorî vî nirxî, cotkar qezenceke mezin nake lê belê zirarê jî nake.

(mh)

ANHA