Rojnameyên erebî: Li Iraqê hesabên bersivdayîna DYA’yê tên kirin

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser rojeva Iraqê, senaryoyên bersivdayîna pêşbînkirî ya DYA’yê û rageşiya li Lubnanê.

Rojnameyên erebî: Li Iraqê hesabên bersivdayîna DYA’yê tên kirin
1 sibat, 2024   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El Ereb nûçeyek bi sernavê "Milîsên li Iraqê jêrzemînan ava dikin" weşand. 

Rojnameyê diyar kir ku komên Iraqê yên nêzî Îranê amadekariyên xwe li hember bersivdayîna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dikin; xwe vedişêrin, jêrzemînan ava dikin û navendên xwe asê dikin da ku zirarên êrişên DYA’yê yên pêşbinkirî sivik bikin.

Rojnameyê da zanîn ku rayedarên Îranê jî metirsiyên xwe ji êrişên DYA’yê venaşêrin û dibêjin dibe ne tenê li dijî milîsên wê be, îhtîmal heye êrişên rasterast li dijî wan jî pêk bîne.

Li gorî rojnameyê, rayedarên îranî hişyarî dan ku şerê rasterast çêbe û banga “çareseriyeke siyasî” kir.

Rojnameyê agahiyên xwe spartin çavkaniyan ji Iraqê û diyar kir ku komên çekdar li hember her êrişeke DYA’yê ya muhtemel, amadekariyan dikin û tedbîran digirin.

‘AGAHIYÊN DER BARÊ BERSIVDAYÎNA MUHTEMEL A DYA’YÊ DE’

Tora El Hura ku agahiyên xwe dispêre rapor û rayedarekî amerîkî, detayên bersivdayîna Washingtonê aşkera kirin.

Torê diyar kir ku rayedarekî amerîkî ku navê xwe aşkera nekir, da zanîn ku bersivdayîn "dê çend rojan berdewam bike" û "armanc jî gelek in" û got "êriş dê li dijî wan baregehên bin ku ew êriş pêk anîne."

‘NAKOKIYA LI BAŞÛRÊ LUBNANÊ JI NÛ VE DEST PÊ KIR’

Rojnameya Şerq El Ewsat ku behsa rewşa Lubnanê kir û li gorî dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê diyar kir piştî ku Hizbullahê êriş pêk anî û malek li mêtingeha Mutala kir hedef û di encamê de kuştî çêbûn, topbarana Îsraîlê li dijî başûrê Lubnanê ji çarşemê ve zêde bûye.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê baregehên leşkerî yên Hizbullahê yên li Lubnanê bombebaran kirine.

(şx)