Rojnameyên erebî: Li gel a Xezayê metirsî li ser çarenûsa Urdunê jî heye 

Rojnameyên erebî vê sibê di weşanên xwe de cih da metirsiyên Urdinê ji firehbûna şerê di navbera Îran û Îsraîlê de, serdana El Sûdanî ya ji bo Washingtonê û serdana bê ya wezîrê karên derve yê Misirê ji bo Enqereyê.

Rojnameyên erebî: Li gel a Xezayê metirsî li ser çarenûsa Urdunê jî heye 
17 nîsan 2024   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb El Londoniye têkildarî rewşa herêmê piştî bersivdayîna Îranê nûçeyek bi sernavê "Çarenûsa Urdunê jî di metirsiyê de, ne tenê ya Xezayê" weşand. Rojnameyê diyar kir ku qralê Urdunê Ebdullah El Sanî sêşemê daxuyaniyek da û teqezî bi ewlehî û serdestiya Urdunê kir. Li gorî rojnameyê ji daxuyaniyê diyar dibe ku metirsiyên cidî li ser çarenûsa Urdunê hene, nemaze heke Îran û Îsraîlê şerê hev bikin, ji ber ku dê ev şer li ser axa Urdunê be. Li kêleka wê Îran Urdunê bi piştgiriya eniya li dijî "Eniya Berxwedanê" tawanbar dike, ev jî dê xetereya li ser ewlehiya wê ya neteweyî zêde bike.

Rojnameyê cih da şîroveyên çavdêrên herêmê ku rêveberiya Urdunê ji encamên gurbûna şer bi fikar e.

Di nûçeya rojnameyê de hate gotin: "Urdun rûbirûyî hevkêşeyeke dijwar e ku li ser çarenûsa wê li hundir û derve gef e, ji ber ku urdiniyên filistînî piştgiriya tevgera Hemasê û Cîhada Îslamî dikin û Îxwan Muslimîn jî fişarê dikin û banga qutkirina têkiliyan bi Îsraîlê re û derxistina balyozê wê ji welêt û betalkirina lihevkirinên aborî dikin."

Xetereya derve jî mîna ku rojnameyê bi bîr xistiye, Urdun ji ber cografiyaya welêt bi fikar e ku bibe qada şerê balafirên bêmiov û moşekan di navbera Îran û Îsraîlê de, ev jî metirsiyên li ser ewlehiya neteweyî ya vî welatî zêdetir dike.

‘BIDEN BANG LI SÛDANÎ KIR KU RÊ LI PÊŞIYA KOMÊN ALÎGIRÊN ÎRANÊ BIGIRE’

Der barê serdana serokwezîrê Iraqê ya ji bo Washingtonê de rojnameya Şerq El Ewsat ku agahiyên xwe spartin çavkaniyan, diyar kir ku di serdanê de her du aliyan behsa mijara komên alîgirên Îranê yên li Iraqê kiriye û serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden ji El Sûdanî xwestiye rê li pêşiya van koman bigire. Rojnameyê li gorî heman çavkaniyan aşkera kir ku şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan jî ev mijar bi Sûdanî re nîqaş kiriye.

Rojnameyê da zanîn ku El Sûdanî di hevdîtinan de nêrîneke cudatirî ya Joe Biden li hember şerê Xezayê nîşan daye û diyar kiriye ku Iraq dixwaze erka Koalîsyona Navneteweyî bi dawî bike, lê belê rageşiyên li herêmê nîqaşên der barê vê mijarê de taloq kirin.

‘ŞUKRÎ LI ENQEREYÊ YE; XEZA, LÎBYA Û LIHEVKIRINA BAYRAKTAR’

Rojnameya El Erebî El Cedîd jî cih da serdana wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî ji bo Tirkiyeyê ku dê çend rojên bê pêk were.

Rojnameyê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyeke dîplomatîk a tirkî ku ji duh ji Reutersê re axiviye, bi bîr xist ku di serdanê de dê geşedanên li Rojhilata Navîn û rewşa li Xezayê dê rojevên serdanê bin.

Têkildarî heman mijarê rojnameyê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên misirî, ragihand ku li rex wan mijaran Lîbya û temamkirina lihevkirina balafirên bêmirov ên Bayraktar dê werin nîqaşkirin.

Rojnameyê bi bîr xist ku ji serdanê tê armanckirin ku lihevkirina Bayraktar bi lez temam bibe beriya lûtkeya bê ya di navbera Ebdulfetah El Sîsî û Recep Tayyîp Erdogan de.

(şx)