Sedemê serdana Erdogan ya Bexdayê eşkere bû

Medya Iraqê sedemê serdana Serokkomarê Tirk Tayib Erdogan a ji bo Iraqê eşkere kir.

Sedemê serdana Erdogan ya Bexdayê eşkere bû
17 nîsan, 2024   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala Rabie ya Iraqê di derbarê serdana Serokkomarê Tirk Tayib Erdogan de ya ku wê di 22’yê Nîsanê de sardana Iraqê de agahî parve kir. 

Hat diyar kirin ku wê ji bilî dosya av, gaz û neftê, wê plana nû ya komkujiya li ser Kurdan û êrişa li dijî tevgera azadiyê ya gelê Kurdistanê jî baxivin.

diyarkirin ku wê di hevdîtina Erdogan a li gel berpirsên Iraqê de li ser çend mijaran baxivin. Ji wana jî mijara avê, hinardekirina gaza xwezayî û nefta Iraqê ya ji bo Tirkiyeyê û çend mijarên ewlehiyê baxivin.

Hat gotin ku piştî hevdîtinên li Bexdayê, Erdogan wê serdana Hewlêrê jî bike û li gel rayedarên Herêmê (PDK) bicive.