Meclisa Ol û Baweriyan: Çarşema Sor li tevahî mirovahiyê pîroz be

Komîteya Avakar a Meclisa Ol û Baweriyan bi minasebeta Çarşema Sor peyamek da û ev cejn li civaka êzidî, gelê Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê pîroz kir.

Meclisa Ol û Baweriyan: Çarşema Sor li tevahî mirovahiyê pîroz be
17 nîsan 2024   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Avakar a Meclisa Ol û Baweriyan a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya cejna Çarşema Sor peyameke pîrozbahiyê weşand.

Komîteyê cejna Çarşema Sor li civaka êzidî pîroz kir û hêvî kir ev cejn bibe sedema jiyaneke aram û aştiyane.

Di peyamê de hate gotin: “Şengal sembola hebûna gel û ola êzdatiyê ye, çavên wê li zarokên wê digere, zarokên wê ku bi hezarên salan ew di hembêza xwe de xwedî kirin û parastin.”

Her wiha wiha gotin: “Em sersala gel û ola êzdatiyê Çarşema Sor li gelê me yê êzidî û gelê Kurdistan û tevahî mirovahiyê pîroz dikin û hêvî dikin ku gelê me yên êzidî di nava aramî û aştiyê de bijî û baweriya xwe biparêze û xweser bijîn di hembêza dayika xwe Şengalê de. Dîsa hêviya me, yekitiyeke bihêztir di nava gelê êzidî de çêbe, wê demê dê azadî misoger bibe. Bi hêviya ev cejn bibe tîrêjên rojê, birêxistinkirina civaka êzidî û wekheviya hemû gelan.”