Rojnameyên erebî: Îran û Tirkiyeyê li ser dijminatiya Kurdan li hev kiriye

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de têkildarî hevdîtina Erdogan û Reîsî, têkiliyên Amerîka-Tirkiyeyê û helwesta Amerîkayê ya li hember meseleya Filistînê nivisî.

Rojnameyên erebî: Îran û Tirkiyeyê li ser dijminatiya Kurdan li hev kiriye
25 ÇILE, 2024   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî serdana serokkomarê Îranê Reîsî ya ji bo Enqereyê nûçeyek bi sernavê “Erdogan û Reîsî: Li ser serê Kurdan li hev kiriye û li ser Sûriye û Azerbeycanê nakok in" nûçeyek nivisî.

Rojnameyê di nûçeya xwe de ragihand ku serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi hempîşeyî xwe yê Îranê Îbrahîm Reîsî re çarşemê li Enqereyê civiya. Li gorî rojnameyê, her du aliyan li ser şerê Kurdan li hev kiriye, lê belê ji bo berjewendiyên xwe yên li Sûriye û Azerbeycanê nakok in.

‘NÎŞANEYÊN KU TIRKIYE PIŞTÎ ERÊKIRINA ENDAMTIYA SIWÊDÊ F-16’AN BI DEST BIXE’

Rojnameya Şerq El Ewsat têkilarî têkiliyên Amerîka-Tirkiyeyê nûçeyek parve kir û diyar kir ku piştî ku parlamentoya Tirkiyeyê protokola tevlêbûna Siwêdê di NATO`yê de erê kir, nîşaneyên erênî ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve derketin ku êdî bidestxistina Tirkiyeyê ya balafirên F-16 ên Amerîkayê hêsantir bûye.

‘BI PIRANIYA DENGAN DEMOKRATAN PIŞTGIRIYA CUDAKIRINA HER DU DEWLETAN KIR’

Tora El Hura di nûçeya xwe de cih da civîna Kongreya Amerîkayê ya çarşemê li dar ketiye û got bi piraniya dengan endamên Partiya Demokrat piştgiriya daxuyaniyekê da ku DYA piştevaniya cudakirina her du dewletan dike, ji bo ku şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de bi dawî bibe.

Li gorî torê, ji 51 demokratan 49’an piştgiriya çareseriyekê ji bo cudakirina dewleta Îsraîl û Filistînê kiriye ku mayîna Îsraîlê wek dewleteke Cihûyan a demokratîk û ewle û hêviyên rewa yên filistiyan jî di dewletê de dabîn dike.

(şx)