Çalakiya Greva birçîbûnê bi biryardarî berdewam dike

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî’ dane destpêkirin 2 mehin bi biryardarî berdewame.

Çalakiya Greva birçîbûnê bi biryardarî berdewam dike
25 ÇILE, 2024   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 60’an de didome.

Çalakiya greva birçîbûnê, 27’ê Mijdarê di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî’ de hate destpêkirin û dê heta 15’ê sibata 2024’an bidome.

Malbatên girtiyan jî bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê bi heman armancê Nobedên Edaletê hatin destpêkirin.