Rojnameyên erebî: Îran ferman da êrişên li Iraqê rawestin

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên vê sibê de cih dan rewşa li Iraqê, xwepêşandanên li Îsraîlê û aloziya li Lubnanê.

Rojnameyên erebî: Îran ferman da êrişên li Iraqê rawestin
19 sibat, 2024   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî rojeva Iraqê nûçeyek bi sernavê "Tevgerên koman li Iraqê li gorî berjewendiyên Îranê bi temamî hatin guhertin" nivîsî.  Li gorî rojnamayê, "Pasdarên Îranê ji bo berjewendiyên Tehranê ferman daye komên çekdar ên li Iraqê yên ku li gel hêzên DYA’yê êrişan li Iraqê û Sûriyeyê pêk tînin ku êrişan rawestînin."

Di nûçeya ku agahî ji çavkaniyên îranî û iraqî hatine girtin de hate diyarkirin ku fermandarê Feyleqê El Quds ê Pasdarên Îranê Îsamîl Qanî serdana Bexdayê kiriye û piştî serdanê êrişên komên ser bi Îranê ve yên li Iraqê li dijî hêzên Amerîkayê rawestiyan.  Di nûçeyê de hate diyarkirin ku çavkaniyan ev gav wek "Nîşaneyekê ji aliyê Îranê ve ku şerekî berfireh çênebe" nirxand.

’PIŞTÎ KU XWEPÊŞANDAN DÎSA DEST PÊ KIRIN GELO  WÊ LI ÎSRAÎLÊ HILBIJARTINÊN PÊŞXWEXT DÊ LI DAR KEVIN?’

Der barê Îsraîlê de tora El Hura nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hate gotin: "Xwepêşandanên ku di çend mehên dawîn de ji ber şer rawestiya bûn, careke din li Til Evîvê dest pê kirin. Xwepêşandêran banga lidarxistina hilbijartinên pêşwext kirin. Ev yek gelek pirsên li ser çarenûsa hikumetê bi taybet ku erkdariya Benjamîn Netanyahu heta 2026`an dirêj dike, derxistin pêş."

’IHTÎMALÊN ŞERÊ GIŞTÎ LI LUBNANÊ GELEK MEZIN IN’

Rojnameya Şerq El Ewsat girêdayî rewşa Lubnanê nûçeyek weşand. Hate destnîşankirin ku ruxmî "bersiva bêhêvî" ya sekreterê Hizbullahê Lubnanî Hesen Nesrellah a li hember tevgerên navneteweyî ku şerê li ser sînorên Lubnanê were rawestandin, lê belê civata navneteweyî hewl dide ku formekê peyda bike. Hate destnîşankirin, forma ku civata navneteweyî hewl dide peyda bike ji aramkirina  rewşa li başûrê Lubnanê û rêgirtina li ber şerekî berfireh û destpêkirina diyalogan e. Hate bibîrxistin ku çavkaniyekî fransî hişyarî daye ku îhtîmala rûdana şerekî giştî "Pir mezin e."

(şx)