Li DYA û Ewropayê Komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin

Li Ewropa û Amerîka ye bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin û gotin “Em ê cîhana bêyî Abdullah Ocalan li serê we hilweşînin” .

Li DYA û Ewropayê Komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin
19 sibat, 2024   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdan û dostên wan li ber Qesra Spî ya Amerîkayê, Kanada û li Londonê Komploya Navneteweyî şermezar kir. 

Çalakî bi pêşengiya Emergency Committee for Rojava hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de alên Rêber Abdullah Ocalan û dowîzên “Azadî ji Abdullah Ocalan re” hatin hildan. Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Di çalakiyê de Komîteya Neteweyî ya Ermenî ya Amerîkayê (ANCA), Metro DC DSA (Metro DC Sosyalîstên Demokrat ên Amerîkayê) û Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Seyît Riza Dêrsimî gelek nûneran daxuyanî dan.

Di çalakiya 15’ê Sibatê de pankartên “Freedom for Ocalan” û “Kes nikare Roja me tarî bike” li avahiya Navenda Civakî ya Kanadayê hatin daliqandin û tevahiya rojê navend girtî ma û piştî çalakiya greva birçîbûnê ya rojekê ji bo piştgirîkirina berxwedêrên li zindanan, daxuyanîya çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di serî de Rêber Abdullah Ocalan û hemû girtîyên siyasî divê di zûtirîn demê de serbest bên berdan.  Di çalakiya 16’ê Sibatê de kamyonek LED hat kirêkirin û heta êvarê bi muzîka kurdî û wêne û dîmenên "Freedom for Ocalan" ser, li cihên herî qelebalix ên bajêr hate gerandin. Li gel kamyonê belavok hatin belavkirin û bala raya giştî gelekî kişand.

Di çalakiya 17’ê Sibatê roja Şemiyê, Kurdistanî û dostên wan li ber avahiya parlementoyê li hev civiyan û bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku di şexsê Rêber  Abdullah Ocalan de li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hatiye kirin û li dijî êrîşên qirkirinê yên AKP’ê, heta qada Dundas a navenda Torontoyê meşeke girseyî pêk anîn.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Down down faşîzim” bi dawî bû.