Aloziya li herêmên hikumeta Şamê berdewam e

Li herêmên hikumeta Şamê, bi taybet li Derayê, ewlehî nîn e. Ji destpêka Sibatê ve li wan herêman 18 kes hatine kuştin.

Aloziya li herêmên hikumeta Şamê berdewam e
19 sibat, 2024   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de alozî berbelav e, nemaze li Derayê. 

Navenda Çavdêriya Mafên Mriovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji destpêka Sibatê ve li Derayê 18 kes bi rê û rêbazên cuda hatine kuştin. Her wiha 5 kes birîndar bûne.

Li gorî SOHR`ê bi vê daneyê re li Derayê ji destpêka Çileyê ve 35 bûyerên tevliheviyê çêbûne û di wan de 53 kes hatine kuştin.

(şx)