Rojnameyên erebî: Îmarat û Misir ji geşedanên li Sûriyeyê ne rihet in

Rojnameyên erebî diyar kir ku Îmarat û Misir ji hikumeta demkî ya Sûriyeyê ne rihet in û xetereya dan û standinên pê re hîs dikin. Rojnameyan destnîşan kir ku gumanên li ser asta têkilî û hevalbendiya di navbera Rûsya û Îranê de zêde dibin.

Rojnameyên erebî: Îmarat û Misir ji geşedanên li Sûriyeyê ne rihet in
2 ÇILE, 2025   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de bal kişand ser helwestên dewletên Ereban ên li hember hikumeta demkî ya li Şamê û têkiliyên Rûsya-Îranê yên piştî ketina rejîma Sûriyeyê.

‘ÎMARAT JI RÊVEBERIYA NÛ YA ŞAMÊ NE RIHET E’

Rojnameya El Ereb li ser helwesta Îmaratê ya li hember hikumeta demkî ya Sûriyeyê nivîsî û diyar kir: "Tevî ku rêveberiya nû ya Sûriyeyê daxuyaniyên dilrihetkirinê dan û tevî ku ragihand ku ew amade ye bi hemû dewletan re dan û standandinê bikin, lê daxuyaniyên rêveberê hikumetê Ebû Mihemed El Colanî (Ehmed El Şerî) ku têkiliyên xwe bi El Qaîdeyê re red dike û dibêje dê şerê rêxistina DAIŞˈê bike, îsbat dike ku ew di rêxistina Îxwan El Muslimîn de ye ku çalakiyên sivîl û siyasî li dijî Îmaratê dikin.”

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku Ebû Dabî ji geşedanên li Sûriyeyê yên piştî ketina rejîma Esed bi fikar e û hate gotin: "Tevî dan û standinên bi rêveberiya nû ya Sûriyeyê re jî, lê derengxistina şandina şandeyeke siyasî ji bo Şamê wekî welatên din ên Kendavê, nîşan dide ku rewş ji bo wan hê ne zelal e.”

‘MISIR HIŞYAR E, JI HIKUMETA DEMKÎ TÊ XWESTIN KU BÊYÎ DESTWERDANÊN DERVE JI HEMÛ SÛRIYEYAN RE VEKIRÎ BEˈ

Rojnameya Şerq El Ewsat jî bal kişand ser helwesta Misirê ya li hember hikumeta demkî ya li Şamê û ev tişt diyar kir: "Yekemîn peywendî di navbera Qahîre û rêveberiya nû ya Sûriyeyê de çêbû. Di peywendiyê de aliyên misirî xwest Şam jêdera îstîqrara herêmê be û pêvajoya siyasî ya derbasbûnê giştî be.”

Di dewama nûçeyê de hate bibîrxistin ku peywendiyek di navbera wezîrê karên derve yê Misirê Bedir Ebdulatî û hempîşeyê wî yê hikumeta demkî ya Şamê Esed El Şîbanî de çêbû.

Her wiha hate gotin, ev hevdîtin piştî çend rojan ji axaftinên hikumeta demkî yên çêbû û wiha hat domandin: "Li gorî pisporan ku ji rojnameya Şerq El Ewsat re axivîne, ev nêzîkbûna bihişyarî ya Misirê, dê girêdayî tiştên ku rêveberiya nû ya Sûriyeyê pêşkêş dikin be, nemaze di mijarên fikarên Misirê, rewşa navxweyî ya Sûriyeyê û encamên wê yên li ser aramiya herêmê.”

TÊKILIYÊN VEŞARTÎ YÊN RÛSYA-ÎRANÊ

Rojnameya Independent bal kişande ser peywendiyên Rûsya û Îranê û wiha nivîsî: “Asta bilind a gumana Îranê ji helwestên Rûsyayê û rêkeftinên ku Moskov li ser hesabê berjewendiyên herêmî yên Tehranê çêdike, derneket holê, lê belê li ser bingeha dîrokeke dirêj a nakokiyên berjewendiyan e.

Di dewama nûçeyê de hate gotin: "Geşedanên bilez ên li Sûriyeyê çêbûn, hilweşîna bilez a rejîmê û reva serokê wê ya ber bi Rûsyayê ve, hişt ku gelek dewlet, pergal û siyasetmedarên li herêmê û cîhanê, bi taybetî Îran, li ser hevbendiyên rejîma Sûriyeyê yên bi Rûsyayê re çêkirine, Îran dikare bibêje hevalbendiya bi Rûsyayê re binkeftî ye. Nemaze ku rejîma Sûriyeyê hevalbenda dîrokî, stratejîk û yekane ya rejîma Rûsyayê bû di serdemên komunîst û pûtînîst de."

(bb)