Dagirker ji du aliyan ve êriş dikin, şervan bersiv didin 

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji du aliyan ve êrişî gundewarên Tişrînê dikin. Şervan jî bersivên tund didin.

Dagirker ji du aliyan ve êriş dikin, şervan bersiv didin 
2 ÇILE, 2025   11:25
MINBIC

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê ragihandine, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li aliyê bakûrê Tişrînê êrişî gundê Elûş û ser rêya Ebu Qelqel dikin. 

Li aliyê başûrê Tişrînê jî dagirker êrişî gundên Etşana û Mistaha dikin. 

Li herdu eniyan jî şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersivên tund didin û şerên giran diqewimin.

Pevçûn didomin.

(a)

ANHA