Rojnameyên erebî: Gendelî di saziyên hikumeta veguhêz de belav bûye

Hate diyarkirin ku gendelî di saziyên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de belav bûye û hate gotin, sedema vê yekê ew e ku El Şeri xwe spartiya xizm û kesên nêzî xwe. Hêzên navneteweyî jî rêveberiya xweser wek çareseriya herî guncaw ji rewşa Mexribê re destnîşan kir. Li aliyekî din gefên li ser peymana Xezayê zêde dibin.

Rojnameyên erebî: Gendelî di saziyên hikumeta veguhêz de belav bûye
1 mijdar, 2025   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de rewşa li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, geşedanên li Mexribê û çarenûsa peymana Xezayê nirxandin.

‘GENDELÎ DI SAZIYÊN HIKUMETA VEGUHÊZ DE BI LEZ BELAV DIBE’

Tora El Hurra bal li ser gendeliya li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê. Rojnameyê diyar kir ku pratîka heyî ya tayînkirina xizm û hevkarên nêzîk ji aliyê serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şeri ji bo postên dewletê teqlîdeke nîgeran a desthilatdariya malbata Esed e.

Torê bal kişand ser şêwazên jiyana pir xweş a berpirsên hikumeta veguhêz û destnîşan kir ku erebeyên luks ên biha bi kar tînin. Her wiha bal kişand ser berdewamiya gendeliyê li Sûriyeya piştî Esed, standina bertîlan li beramberî serbestberdana girtiyan an ji bo vegerandina, mal, erebe û milkên biha ku ji aliyê endamên hikumeta heyî ve hatibûn desteserkirin.

‘XWESERÎ ÇARESERIYA HERÎ REALÎST E’

Rojnameya El Ereb cih da danezana Konseya Ewlekariyê ya NY’yê ku pêşniyara xweseriyê ya ji bo Sahrayê di bin serweriya Fasê de dibe wekî çareseriya herî guncaw ji bo bidawîkirina pevçûna 50 salî destnîşan kir.

Rojnameyê diyar kir ev pênase ku avantajeke aşkera dide plana Mexribê ji dema ku Rabatê di sala 2007’an de însiyatîfa xwe pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî kir, yekem car e ku di belgeyên Konseya Ewlekariyê de tê dîtin. Hate gotin, çavdêr jî vê pêngavê wek serkeftineke dîplomatîk a aşkera ji bo Mexribê û paşvekişandinek nepen ji vebijêrkên veqetandinê an referanduma kevneşopî ya li ser diyarkirina xwerêveberiyê pênase dikin.

‘PROVOKASYONÊN ÎSRAÎLÊ ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA NAVBEYNKARAN ZÊDETIR DIKIN’

Rojnameya Şerq El Ewsat ragihand ku tevî hewldanên navbeynkaran ên ji bo xurtkirina peymana agirbestê, artêşa Îsraîlê êrişên xwe yên li ser Xezayê di roja sêyemîn a li pey hev berdewam kirin. Rojnameyê diyar kir ku ji ber vê yekê Misir li dijî astengkirina peymanê ji aliyê hikûmeta  Îsraîlê ve hişyarî bide.

 Rojnameyê îdia kir ku ev binpêkirinên dubare yên Îsraîlê dê astengniyên li pêşiya navbeynkaran zêdetir bike û da zanîn "zextên Amerîkayê dikarin Îsraîlê ragirin û pêşî li hilweşîna peymanê bigirin ku di 10’ê Cotmeha 2025’an de dest pê kir."

(bb)