‘Îsraîlê hin endamên hêzên hikumeta veguhêz girtine’

Artêşa Îsraîlê li Quneytîrayê hin kes girtin. Li gorî çavkaniyan, di nava girtiyan de endamên hêzên hikumeta veguhêz hene.

‘Îsraîlê hin endamên hêzên hikumeta veguhêz girtine’
1 mijdar, 2025   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji dîmenên ku di medyaya dîjîtal de hatine parvekirin, diyar dibe ku artêşa Îsraîlê li gundê Berîqa yê Quneytîrayê hin kesên cilên sivîl li wan in, digire.

Li gorî çavkaniyan kesên hatine girtin, endamên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ne.

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku hêzên Îsraîlê li deriyê têketina gund bendeke demkî daniye.

 (bb)