Rojnameyên erebî: Gelê Iraqê ji pergala siyasî bê hêvî ye

Hilbijartinên meclisên xwecih ên Iraqê, aloziya li Deryaya Sor, her wiha rewşa li Xezayê mijarên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameyên erebî: Gelê Iraqê ji pergala siyasî bê hêvî ye
18 kanûn, 2023   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb cih da hilbijartina meclisên xwecih ên Iraqê. Di nûçeyeke xwe de rojnameyê da zanîn ku ji sala 2013′an ve cara yekemîn e ku li Iraqê hilbijêr diçin ser sindoqan da ku ji bo hilbijartinên meclisên xwecih ên parêzgehan dengê xwe bibin. Li gorî nûçeyê, tê pêşbînkirin ku beşdarbûn kêm be, nemaze piştî ku Tevgera Sedr hilbijartin boykot kir.

Di nûçeyê de wiha tê gotin: “Li gorî rojnamevanê ji DYA′yê yê li Başûrê Kurdistanê dimîne Winthrop Rodgers, beşdarbûna hêdî hêdî ya di her hilbijartinekê de nîşan dide ku gelê Iraqê ji pergala siyasî bê hêvî ye ku xiyanetê li berjewendiyiên xwe yên bingehîn dike.”

‘ÊRIŞÊN LI DERYAYA SOR FIKARÊN ÎRANÊ YÊN JI ŞEREKÎ RASTERAST Ê BI DYA′YÊ RE ZÊDE DIKIN’

Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişand ser aloziya li Deryaya Sor. Hate gotin, bi zêdebûna êrişên koma Hûsiyan a alîgirên Îranê yên li dijî keştiyên bazirganiyê yên li Deryaya Sor, metirsên Îranê zêdetir dibin ku şerekî rasterast bi DYA′yê re rû bide. Her wiha hate diyarkirin dezgehên ragihandinê yên DYA′yê ragihand ku îhtîmal heye ku rêveberiya Biden biryara êrişan li dijî Hûsiyan bide, nemaze pişt ku medyaya ser bi ‘Pasdarên Îranê’ ve piştgirî da êrişên koma Hûsî yên li dijî keştiyên li Deryaya Sor.

‘GELO DÊ DYA BIKARE AGIRBESTÊ LI XEZAYÊ RAGIHÎNE’

Tûra El Hura bal kişand ser şerê li Xezayê û hate destnîşankirin ku di demekê de ku Îsraîlê soza domandina şerê li Xezayê dide, zextên DYA′yê yên ji bo diyarkirina dema agirbestê li Xezayê zêdetir dibin.

Li gorî El Hura, CNN′ê da zanîn ku wezîrê parastinê yê DYA′yê Lloyd Austin dê roja duşemê biçe Îsraîlê da ku zextê li Îsraîlê bike da ku nîşaneyên rêveçûna şer diyar bike. Di nivîsê de hate diyarkirin ku “Li gel zextên DYA′yê yên li ser Îsraîlê da ku demekê ji bo bidawîkirina şerê li Xezayê, her wiha li gel windahiyên mirovî yên ji ber êrişên li ser Xezayê zêde dibin, pirsên wekî ′Eger hikumeta Îsraîlê banga agirbestê bi cih neyne yan jî demekê diyar neke, dê vebijêrkên Washingtonê çi bin?′ xwe didin pêş.”

(bb)