Rojnameyên erebî: Erebistana Siûdî ne amade ye li hember Washingtonê derkeve

Rojnameyên erebî di mijarên xwe yên îro de behsa têkiliyên Amerîka û Siûdî, aloziya Îranê û Amerîkayê di şerê Xezayê de û rewşa Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Erebistana Siûdî ne amade ye li hember Washingtonê derkeve
3 mijdar, 2023   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên El Ereb bi sernavê ′Wezîrê Parastinê yê Siûdî ji bo mayîndebûna hevkêşeya parastinê li hember berjewendiyan li Washingtonê ye′ nûçeyek nivîsî. Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kir ku serdana wezîrê Parastinê yê Erebistana Siûdî mîr Xalid Bin Selman ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re bi hewldana berjewendiyên xwe di ser her tiştî re digire û gaveke ji bo damezrandina siyaseta Siûdî ye.

Li gorî rojnameyê, ji serdana mîr Xalid Bin Selman ji Washingtonê re ew e aşkera dibe ku Erebistana Siûdî di bin rewşê de dibe bila bibe ji DYA′yê bi dûr nakeve û ji bo guhartina hevkêşeya xwe ya bingehîn a hevalbendiya bi salan e û misogeriya dabînkirina ewlehiya xwe li hember dabînkirina berjewendiyên Amerîkayê yên aborî, darayî û siyasî ye.

Rojnameyê anî ziman ku her du aliyan li ser hevkariyê, piştevaniya ewlehî, îstîqrara herêmî û navneteweyî nîqaş kirin.

′METIRSIYÊN LI ÎRANÊ JI SEKNA YEKSER A LI HEMBER AMERÎKA YAN JÎ ÎSRAÎLÊ HENE′

Rojnameya Şerq El Ewsat di nûçeya xwe de behs kir ku aliyên li Îranê metirsîdar in ku Îran û Amerîka yan jî Îsraîl li hember hev derkevin, ev jî ger şerê li Xezayê fireh bû.

Li gorî rojnameyê berpirsên Îranê rexneyên tund ji rêveberiya Amerîkayê re hemwextî nêzbûna şerê Xezayê ya dawîbûna hefteya xwe ya 4′an kirin û hişyarî li ser firehbûna eniyên şer kir. Ji rojên destpêkê ve berpirsên Îranê gok avêt yarîgeha komên çekdar ên girêdayî wê li Sûriye, Iraq û Lubnanê.

Her wiha rojnameyê diyar kir ku wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullehyan got welatê wî peyamên Amerîkayê ji wê re hatine ku divê Îran xwe ragire wergirtin û piştrast kir ku Washington şerê bi Îranê re naxwaze.

′TIŞT JI FERMANDARIYA ARTÊŞÊ RE TÊ NEXŞEKIRIN DÛRÎ SEROKATIYÊ YE′

Rojnameyên El Exbar a Lubnanê diyar kir ku dan û standinên hin paytextan diyar û hin hêzên herêmî bi valahiya li fermandariya artêşê re girêdana xwe bi mijara hilbijartinên serokatiya komarê re derbas dike. Her wiha li gel tiştên ku li Xezayê diqewimin û îhtîmala ku daneyên herêmî werin lîstikê, nêrîn li ser tiştê ku digel rewşa serokatiyê tê guheztin û girêdana dirêjkirina bi serokatiya komarê ve bûye hûrguliyek tenê herêmî, her çend siyasî be û ruxmî ku hêzên siyasî hîna jî bi meseleya gengeşiya siyasî re mijûl dibin.

(fr)