Li gundewarên Şamê bikarhênerekî narkotîkê hate kuştin

Duh artêşa Urdinê mudaxeleyî balafireke bêmirov ku tê de madeyên hişbirê hebû û ji Sûriyeyê dihat kir, li aliyekî din jî di nava komeke ciwanên bazirganî û firotina narkotîkê dikin alozî çêbû û veguherî pevçûnan di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Li gundewarên Şamê bikarhênerekî narkotîkê hate kuştin
3 mijdar, 2023   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh, li bajarokê Medaya yê Şamê di navbera komeke ciwanên bazirganî û firotina narkotîkê dikin alozî çêbû û kesekî bombe avêt, bi wê re kesek hate kuştin û 4 kesên din birîndar bûn.

Têkildarî belavbûna bazirganiya narkotîkê li hermên hikumeta Şamê û qaçaciya wê ber bi dewletên cîran ve, duh artêşa Urdinê mudaxele li balafireke bêmirov ku ji Sûriyeyê dihat û hewl da bi rêya nerewa sînorê Urdinê derbas bike, kir.

Çavkaniyekî leşkerî yê berpirsê fermandariya giştî ya hêzên çekdar ên Urdinê daxuyand ku balafira mudaxele lê hatiye kirin crystal bar kiribû û ew hate girtin û radestî cihên taybet hatin kirin.

(fr)