Rûniştina doza çalakvana Kurd Werîşe Muradî careke din hate taloqkirin

Rûniştina doza çalakvana Kurd Werîşe Muradî ya ji aliyê hêzên Îranê ve hate girtin, bi hinceta ne amadebûna nûnerê dozger û şêwirmendê dadgehê cara duyem hate taloqkirin.

Rûniştina doza çalakvana Kurd Werîşe Muradî careke din hate taloqkirin
29 tebax, 2024   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevna Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand, ku biryar bû duh rûniştina doza çalakvana Kurd Werîşe Muradî bihata lidarxistin, lê dîsan ji ber ne amadebûna nûnerê dozger û şêwirmendê dadgehê Dadwer Amûzade, cara duyemîn ji bo demek nediyar hate taloqkirin.

Ev cara duyem e ku rûniştina doza çalakvana siyasî ya Kurd tê taloqkirin.

Hêjayî gotinêye ku Werîşe Muradî ya ji aliyê hêzên Îranê ve hate girtin, ji bo şermezarkirina cezayê darvekirinê ya li dijî Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî di 4’ê Tebaxê de beşdarbûna rûniştina dozê redkiribû.