Rojnameyên erebî: DYA û Tehran; di şer de û ne di şer de

Rojnameyên erebî cih da vebijêrkên Îranê yên bersivdayîna Îsraîlê û hewldanên bidawîkirina şerê li Xezayê.

Rojnameyên erebî: DYA û Tehran; di şer de û ne di şer de
4 nîsan, 2024   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat di nûçeya xwe ya bi sernavê "Vebijêrkên Îsraîlê yên tolhildana ji Îsraîlê bi xetereyan re bû bi rû ne" de bal kişand ser vebijêrkên Îranê yên ji bo bersivdayîna êrişa Îsraîlê ya li ser balyozxaneya wê ya li Şamê. Rojnameyê nirxandinên şîrovekarên rewşa Rojhilata Navîn parve kirin. Hate diyarkirin xuya ye Tehran naxwaze şerekî berfireh derxe û hate gotin: “Gelek vebijêrkên Tehranê hene; dikare rê bide komên alîgirên xwe ku êrişî hêzên amerîkayê bikin yan jî rasterast derbe li Îsraîlê bide, yan jî bernameya xwe ya nukleerî zêde bike. DYA û hevalbendên wê ji demeke dirêj ve dixwaze rê nedin bernameya wê ya nukleerî were zêdekirin."

‘DI GOTINÊN NÛNERÊ DYA’YÊ JI BO YEMENÊ DE ÇEND NAKOKÎ’

Rojnameya El Ereb El Londoniye helwesta DYA’yê ku bi Îranê re nekeve nava şer nirxand.  Rojnameyê cih da nirxandinên nûnerê taybet ê DYA’yê yê ji bo Yemenê Tim Lenderking   ku piştî gera xwe ya duh a li Erebistana Siûdî û Omanê dabû û gotibû “Bawer nakim ku zextên hevbendiya DYA’yê yên li ser Hûsiyan ên der barê êrişan de encam bigirin, lê dawiyê divê çareseriyeke diplomatîk were dîtin."  Rojnameyê daxuyaniya Lenderking "binakok" nirxandin û hate gotin, ev daxuyanî nîşan dide ku DYA’yê di dan û standinên xwe yen li Îranê û wekîlên wê yên li herêmê de û di çareserkirina aloziya li Deryaya Sor de bê çare ye.

Her wiha hate gotin Washingtonê ji tirsa ku berjewendiyên wê yên li herêmê bikevin xetereyê naxwaze bi Tehranê re bikeve nava şerekî.

‘MISIR ÎSRAÎLÊ HIŞYAR DIKE KU LEZ NEDE OPERASYONA LEŞKERÎ YA LI REFEHÊ’

Rojnameya El Erebî El Cedîd bal kişand ser hewldanên Qehîreyê yên der barê dosyaya Xezayê de. Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên misirî “Misir hişyarî da Îsraîlê ku lez nede operasyona leşkerî li Refehê ya li başûrê Xezayê.”

(bb)