Wezîrekî lubnanî banga ragihandina rewşa awarte kir

Wezîrekî lubnanî diyar kir ku ji bo rê li pêşiya koçberkirina sûriyeyiyan bê girtin, divê rewşa awarte bê ragihandin.

Wezîrekî lubnanî banga ragihandina rewşa awarte kir
4 nîsan, 2024   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çapemniya Lubnanê, wezîrê aborî û bazirganiyê yê Lubnanê Emîn Selam gotiye: "Li hember penaberên sûriyeyî, divê rewşa awarte bê ragihandin."

Hemleyên tengavkirina penaberên sûriyeyî li Lubnanê zêde bûye, nemaze ku desthialta Lubnanê gef xwar ku beyî koordîneyeke navneteweyî wan vegerîne Sûriyeyê. Êdî xîtaba nefretê bûye rêbaza lubnaniyan û partiyên li wî welatî.

Selam rexne kir ku dewlet ji ber nakokiyên partiyan nikare biryarekê bigire.

Hikumeta Lubnanê Tîrmeha 2022`yan ji bo vegerandina sûriyeyiyan li Sûriyeyê, bi koordîneya hikumeta Şamê planek ragihand. Li gorî wê plane divê mehan 15 hezar sûriyeyî vegerîn Sûriyeyê. Lê belê heta niha ev plan bi ser neketiye.

Sala borî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê nexşerêyek pêşkêş kiribû û diyar kiribû ku ew amade ye penaberên sûriyeyî pêşwazî bike bi taybet ên li Lubnanê dimînin. Di vê çarçoveyê de di sala derbasbûyî de zêdetirî 50 penaberên sûriyeyî yên ku ji Lubnanê vegeriyan Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser ew pêşwazî kir.

(şx)