Rojnameyên erebî cih da hişyariya Amerîkayê bo Bexda û Tehranê

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe ya îro de, bal kişand ser êrişên li dijî baregehên Amerîka yên li Sûriye û Iraqê, şerê li Xezayê û helwesta navneteweyî ya li hember wî şerî.

Rojnameyên erebî cih da hişyariya Amerîkayê bo Bexda û Tehranê
7 mijdar, 2023   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb cih da êrişên li dijî baregehên Amerîka yên li Sûriye û Iraqê. Di nûçeya rojnameyê de hat destnîşankirin ku serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di sardana xwe ya ji bo Tehranê de, peyama hikumeta Amerîkayê ya têkildarî êrişên komên alîgirên Îranê li dijî hêzên Amerîka yên li Iraq û Sûriyeyê, ji bo rêveberiya Îranê ragihandiye.

Rojnameyê da zanîn ku li gor çavkaniyên siyasî yên Iraqê, Sûdanî peyama Amerîkayê weka hişyariyeke dawîn gihandiye Tehranê. Rojnameyê li gorî heman çavkaniyan destnîşan kir hişyarî di heman demê de ji bo hikumeta Sûdanê jî bû, ji ber ku li gor lihevkirina navbera Bexda û Washingtonê, Iraq berpirsê parastina leşkerên Amerîka yên li Iraqê ye.

ŞEREKÎ DEMDIRÊJ

Der barê şerê li Xezayê de jî rojnameya El Cimhûriye ya Lubnanê nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hat gotin, “Heke Misir ji ber zexta manewî deriyê sînor ê Refehê li pêşiya koçberan veke, Îsraîl koçberkirina beşekî mezin ê niştecihên Xezayê aramnc dike. Eger ev pêk were, Îsraîl beyî ku di aliyê bejayî de êriş bike û bikeve Xezayê, dê bigihêje armanca. Piştre dê bi çareseriya siaysî bi beşdarî û fînanseya navneteweyî û erebî bifikire. Dibe ku Îsraîl piştî xwe vekişandina ji plana operasyona bejahî, şerê ji hal xistinê dimeşîne. Ev tê wateya ku li pêşiya Xezayê mehên dijwar hene û dibe ku bandorê li tevahî dewletên Rojhilata Navîn bike.”

TU LIHEVKIRINEKE NAVNETEWEYÎ NÎN E

Di heman çarçoveyê de rojnameya Şerq El Ewsat destnîşan kir ku Konseya Ewlekariyê ya NY`yê nikarî ji bo rawestandina şerê Îsraîl û Hemasê û komên din ên Filistînê, pêşnûmeyeke derxîne. Rojnameyê bal kişand ser gotina cîgirê nûnera DYA`yê ya NY`yê Robert Wood ya “di vê pêvajoyê de tu lihevkirin nîn e”. Li gor ajansa nûçeyan a Alem El Erebî, hêzên rojavayî bi taybet Washington û London qebûl nakin ku di pêşnûmeya Konseya Ewlekariyê ya NY`yê de mijara agirbestê hebe.

(şx/c)