Pentagon: 38 êriş dijî hêzên me hatin kirin

Pentagonê ragihand ku ji 17`ê Cotmehê ve û heta niha 38 êriş li dijî hêzên wan yên li Sûriye û Iraqê hatine kirin.

Pentagon: 38 êriş dijî hêzên me hatin kirin
7 mijdar, 2023   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Patrick Ryder got: “Ji 17`ê Cotmeha borî ve, 38 êriş li idjî hêzên Amerîkayê ên li Iraqê û Sûriyeyê pêk hatine. Di encamê de 45 leşker û karmend birîndar bûne.”

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken sardana Bexdayê kir û li gel serokê hikumeta Iraqê Mihemed Şiya El Sûdanî civiya. Her du aliyan rewşa Xezayê û encamên wê nîqaş kirin.

Li gor hin daxuyaniyên fermî, di hevdîtinê de behsa êrişên komên Iraqê yên li dijî baregehên Amerîkayê ên li Iraq û Sûriyeyê hatiye kirin.

Blinken diyar kir ku welatê wî naxwaze bi Îranê re rû bi rû bimîne. Tê destnîşankirin ku Washington Îranê wekî piştevanê êrişên li dijî hêzên Amerîkayê ên li herêmê tawanbar dike.

(şx/c)