Rojnameyên erebî cih da aloziya aborî ya li Sûriyeyê

Rojnameyên erebî diyar kir ku tevî xweşbêniya Sûriyeyan a bi guhertinê jî, lê hejmarên cihêreng nîşan dide ku HTŞˈê rûbirûbûna krîza aborî ye. Rojnameyan der barê Yemenê de jî diyar kir ku ji çareseriya aştiyane dûr ketiye.

Rojnameyên erebî cih da aloziya aborî ya li Sûriyeyê
7 ÇILE, 2025   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih dane rewşa aborî ya Sûriyeyê û aloziya li Yemenê.

ˈREJÎMA ESED DIKARE WERE RÛXANDIN, LÊ ABORIYA REJÎMA ESED ÇAWA DIKARE WERE HILWEŞANDIN?ˈ

Rojnameya El Ereb der barê rewşa aborî ya Sûriyeyê de nûçeyek weşand. Rojnameyê diyar kir ku çekdarên îslamî yên desteka xwe ji Tirkiyeyê digirin karîbûn bi lez rejîma Beşar Esed bixin, lê rûbirûyê rewşek aborî ya zehmet bûn. Rojnameyê destnîşan kir ku derbaskirina vê rewşê dem, derfet û desteka derve hewce dikin.

Rojnameyê bi bîr xist ku aboriya Sûriyeyê di zêdetirî 10 salên ji şerê navxweyî de wêran bûye û cezayên lê hatine birîn jî hiştin ku Sûriyeyê ji pergala global dûr bikeve. Hate gotin, tevî xweşbêniya Sûriyeyan a bi guhertinê jî, lê hejmarên cihêreng zehmetiya rûbirûbûna krîza aborî ya heyî nîşan didin.

Li gorî rojnameyê "hikumeta nû ya Sûriyeyê texmîn dikir ku dê samanên li derve hatine cemidandin bi nirxê 400 milyon dolaran vegerîne da ku alîkariya fînansekirina hin tedbîrên reformê bike, mîna mûçeyên hin karmendên saktora taybet destpêka meha bê ji sedî 400 zêde bike. Aboriya Sûriyeyê stûnên xwe yên kevnin winda kirin. Banka Cîhanî jî diyar kir ku kêmbûna dahatên neftê û geştiyariyê bû sedema kêmbûna hinardekirina Sûriyê ji 18.4 milyar dolar di sala 2010ˈan de bo 1.8 milyar dolar di sala 2021ˈan de. Hinartin jî  rêjeyek biçûktir kêm bû an ku ji 22.7 milyar dolarî daket 6.5 milyar dolarî. Sedema vê yekê jî girêdayî hinartina sotemenî û madeyên xwarinê ye."

Rojnameyê destnîşan kir "Firehbûna vê ferqê zextê li qada diravî ya giştî ya dewletê kir. Ji ber vê yekê jî hikumetê heqê hin hinardekirinan bi pereyên neqanûnî yên ku ji firotina captagon an qaçaxçîtiya sotemeniyê bi dest xistiye bide."

ˈALOZIYA YEMENÊ DI HESABÊN HERÊMÎ Û NAVNETEWEYÎ DE BIGIRÊK Eˈ

Rojnameya El Erebî El Cedîd li ser aloziya li Yemenê nivîsî. Rojnameyê diyar kir ku "Êrişên Hûsiyan ên li dijîn navîgînasyona deryayî bi taybetî yên li ser Tengava Bab Mendibê aloziya li Yemenê kûrtir kir û hişt ku di dosyayên nakokiyên herêmî de bibe ya herî bigirêk. Di heman demê de guhertineke mezin di nêzîkatyên herêmî û navneteweyî yên li hemberî rewşa li Yemenê de çêkir."

Rojnameyê bi bîr xist ji bo hêzên herêmî û navnetewyî yên ku dosyaya Yemenê birêve dibibin, sala 2024`an bû sala ku xwe diyar bikin û cihên xwe diyar bikin, lê di aliyê navxweyî de aloziya Yemenê ji rêya çareseriya aştiyane dûr ket û hizûra xwe ya siyasî ji dest da. Her wiha hate diyarkirin ku bandora şerê Yemenê çarçoveya xwecih û herêmê derbas kir û bandor li qada navneteweyî kir.

(bb)