Hêzên dewleta Îranê welatiyekî Kurd qetil kir

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku welatiyek Kurd di encama êrişa hêzên Îranê de hatiye qetilkirin.

Hêzên dewleta Îranê welatiyekî Kurd qetil kir
7 ÇILE, 2025   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di 5’ê mehê de welatiyê Kurd yê bi navê Mihemed Ezîzî (35) yê xelkê Qesrî Şîrîn ya ser bi Kirmaşanê, li Sînorê Perwêzxan ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye qetilkirin.

Hate gotin ku hêzên Îranê gule berdane Mihemed û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî daneyên Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê, di sala borî de 4 jê jin 156 kes li Rojhilatê Kurdistanê hatine darvekirin. Her wiha 856 kes jî ku ji wan 30 jê jin in, hatine binçavkirin.