Rojnameyên erebî: Çareserî li benda gavên Tirkiyeyê ye

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên vê sibehê de cih da hewldanên desthilata Şamê yên pêkanîna pergala bacan, agirbesta li Xezayê û banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan.

 Rojnameyên erebî: Çareserî li benda gavên Tirkiyeyê ye
6 adar, 2025   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî hewldanên desthilata Şamê yên pêkanîna pergala bacan bi beşdariya bazirgan û hilberîneran, diyar kir ku Sûriye li pêşberî şoreşeke bacan e.

Hate diyarkirin ku gelê Sûriyeyê bi tirs e ku proseya reformê ya zêde ya diravî veguhere proseya çaksaziyê û bibe sedema girankirina barên wan ên aborî.

Li gorî rojnameyê "gengeşiyek li ser wê yekê heye bê ka hikumet dikare Sûriyeyan razî bike ku çaksazî ne tenê xelekeke bacan e, lê gaveke rasteqîn a ber bi avakirina aboriyeke zelaltir û dadperwertir ve ye."

BANGA OCALAN Û ASOYÊN ÇARESERIYÊN NAVXWEYÎ LI TIRKIYEYÊ’

Rojnameya El Quds El Erebî jî cih da banga Rêber Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk. Rojnameyê diyar kir ku aliyên Kurd bi giştî û rayedarên DEM Partiyê bi coş û kelecan beşdarî vê prosesa siyasî dibin. Her wiha hate diyarkirin ku rayedarên Kurd vê bangê wek “firsendekê" dibînin ku pirsgirêka Kurd, ku bi qasî Komara Tirkiyeyê kevnar e, çareser bike.

Rojnameyê diyar kir ku rayedarên PKK’ê bi lez bersiva bangê da û diyar kir ku ew ê bi erênî banga Rêber Abdullah Ocalan bibersivînin, lê bi bîr xistine ku serketina pêvajoyê tenê girêdayî wan nîn e, divê dewleta Tirk jî ji bo serxistina vê pêvajoyê gavan biavêje.

Rojnameyê bal kişand ser rewşa li Tirkiyeyê jî û wiha nivîsand: "Xuya ye ku rewşa giştî ya Tirkiyeyê tersî vê pêvajoyê diçe. Bi kêmanî ev rewş mizgîniya ku pêvajo ber bi başiyê ve bimeşe nade. Di mehên dawîn de şaredarên DEM Partiyê an kesayetên Kurd ên ku di hilbijartinan de bi ser ketine, ji kar hatin dûrxistin."

‘LI XEZAYÊ AGIRBEST… TRUMP GEFAN LI HAMASÊ DIXWE, NÛNERÊ WÎ BANGA BERDEWAMIYA ARAMIYÊ DIKE’

Der barê Filistînê de jî rojnameya El Ereb El Cedîd wiha nivisî: "Bi ketina agirbesta li Xezeyê di tuneleke nediyar de, xuya ye ku niyeta Îsraîlê ya dubarekirina şer di rojên pêş de nîn e.”

Rojnameyê da zanîn ku nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff ji Îsraîlê xwestibû ku ku agirbestê heta serdana xwe ya bo herêmê biparêze. Hat diyarkirin ku serdana wî çend caran hatiye paşxistin.

(bb)