Rojnameyên erebî: Brîtanya êrişên li dijî Hûsiyan lêkolîn dike

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da aloziya di navbera rojava û Hûsiyan de û bandora vê aloziyê li Deryaya Sor. Rojnameyan her wiha nakokiyên di hundirê hikumeta Îsraîlê de, dîsa girtina dosyaya kuştina Refîq El Herîrî jî xistin rojeva xwe.

Rojnameyên erebî: Brîtanya êrişên li dijî Hûsiyan lêkolîn dike
1 ÇILE, 2024   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Quds El Erebî bal kişand ser aloziya li Deryaya Sor. Di nûçeya bi sernavê "Qraltiya Yekbûyî êrişên hewayî yên li ser Hûsiyan lêkolîn dike" de hate diyarkirin ku piştî daxuyaniya DYA’yê ya hêzên wê yên deryayî 3 keştî li Deryaya Sor noqî avê kirine, Brîtanyayê êrişên hewayî yên li ser Hûsiyan lêkolîn dike. Rojnameyê cih da daxuyaniya wezîrê parastinê yê Brîtanyayê Grant Shapps jî ku gotibû hikumet dê dudil nebe ku "çalakiyeke rasterast" bike da ku pêşî li bûyerên din bigire. 

Her wiha hate gotin, li gorî raporan Qraltiya Yekbûyî û DYA amadekariyên daxuyaniyeke hevbeş dikin da ku hişyareke dawîn bidin Hûsiyan.

‘TÊKILDARÎ RÊBAZA ŞERÊ LI DIJÎ HIZBULLAHÊ NAKOKÎ DI NAVA HIKUMETA ÎSRAÎLÊ DE DERKETINE’

Têkildarî rewşa Îsraîlê, tora El Hura cih da civîna hikumeta Îsraîlê ku roja yekşemê hatibû lidarxistin.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku di civînê de gengeşe di navbera serokwezîr Benjamin Netanyahu û wezîrê aborî û pîşesaziyê Nir Berkat û wezîrê wekheviya civakî Amichai Shikli de rû da. Hate destnîşankirin ku ev şer ji ber rêbazên birêvebirina şerê li dijî Hizbullaha Lubnanê derket.

‘DOSYAYA EL HERÎRÎ BI FERMÎ HAT GIRTIN’

Rojnameya Şerq El Ewsat cih da mijara girtina dosyaya qetilkirina serokê berê yê hikumeta Lubnanê Refîq El Herîrî. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku deriyên dadgeha navneteweyî ya taybet ji bo Lubnanê hatin girtin. Hate bibîrxistin ku dadgeh bi biryara Konseya Ewlehiyê ji bo darizandina qatilên serokê berê yê hikumeta Lubnanê Refîq El Herîrî sala 2009’an hatibû avakirin. Her wiha hat diyarkirin ku sekreterê giştî yê NY’yê Antonio Guturress xebatên dadgehê bi dawî kirine.

(bb)