Rojnameyên erebî: Bandorên şerê 11’ê Îlonê didomin, Îsraîl di aloziyê de ye

Rojnameyên erebî diyar kir ku tevî paşketina El Qaîdeyê û derbasbûna nêzîkî 24 salan di ser êrişên 11’ê Îlonê re, lê xetereya îdeolojiya tundrew didome. Rojnameyan der barê şerê li Xezayê de diyar kir ku şerê Xezayê jî Îsraîlê xistiye aloziyeke stratejîk.

Rojnameyên erebî: Bandorên şerê 11’ê Îlonê didomin, Îsraîl di aloziyê de ye
13 îlon, 2025   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de li ser salvegera 24`an ya êrişên 11`ê Îlonê, şerê li Xezayê û aloziya stratejîk a Îsraîlê nivîsîn.

ÊRIŞÊN 11`Ê ÎLONÊ

Rojnameya El Şerq El Ewsat diyar kir ku derbasbûna nêzîkî 25 salan di ser êrişên 11`ê Îlonê re diyar dike ku bandorên wê hîn bi dawî nebûne. Hate gotin,  li herêma erebî û îslamî bi taybetî, cîhan hîn jî bandorên ewlehî, siyasî û ramyarî yên vê êrişî dijîn.

Rojnameyê pirsî: "Gel El Qaîde bi rastî bi dawî bûye?  gelo îdeolojiya ku wê afirand bi dawî bûye?" her wiha destnîşan  kir ku El Qaîde di salvegera êrişan de dest bi weşaneke nû kir  ku wêneyên Usame bin Ladin û alîkarên wî yên navdar Xalid Şêx Mihemed û Silêman Bûxeys hebûn. Hate gotin, bi El Qaîde bi vê yekê dixwaze sembolên berê vejîne.

Rojnameyê îşaret pê kir ku şerê bi îdeolojiya tundrew re, di esas de şerekî çandî û perwerdehî ye û destnîşan kir ku rêxistinan amûrên xwe bi rêya bernameyên wekî Telegramê pêşxistine û gefên xwe bi şêweyên nû berdewam dikin.

XEZA Û WINDABÛNA STRATEJÎK A ÎSRAÎLÊ

Rojnameya El Xelîc ya Îmaratê  nûçeyek bi sernavê "Windabûna stratejîk a Îsraîlê li Xezeyê" weşand. Rojnameyê diyar kir ku Îsraîl ji 7`ê Cotmeha 2023`an û vir ve ketiye şerekî, ku bawer nedikir wê ast û encamên wî wih bin.

Rojnameyê da zanîn ku armancên Îsraîlê yên  destpêkê an ku jiholêrakirina Hemasê û vegerandina hemû rehîneyan pêk nehatine an jî pêkanîna wan pir dûr in.

Rojnameyê  destnîşan kir ku hin şîrovekrên Îsraîlî vê rewşê wekî "şerekî bê nexşerê û bê dawiyeke leşkerî an siyasî" bi nav kirine  û wê dişibin "çirava demdirêj a Lubnanê".

Rojnameyê her wiha nivîsî "li gorî nirxandinên îstîxbarata Îsraîlê jî, jiholêrakirina Hemasê ne mumkin e," di heman demê de vegerandina rehîneyan nehatiye bidestxistin. Her operasyoneke leşkerî jiyana wan dixe xeterê.

Li gorî rojnameyê, Îsraîl aloziyeke stratejîk a rastîn dijî, ketiye nava du bijarteyan: dagirkirin, ku dê bibe sedema windakirina dirêj, an vekişandin ku dê wekî têkçûnê were dîtin.

(k)