Qeter ji DYA’yê re: Me tevahî tedbîrên parastinê girtine

Wezîrê Karên Derve yê Qeterê di hevdîtina li gel hempîşeyê xwe yê Amerîkî de got, Qeter ji bo parastina ewlehî û serweriya xwe tevahî tedbîrên pêwîst girtiye.

Qeter ji DYA’yê re: Me tevahî tedbîrên parastinê girtine
13 îlon, 2025   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Qeterê bi daxuyaniyekê ragihand ku serokwezîrê Qeterê û wezîrê karên derve Şêx Mihemed Bin Ebdurehman El Sanî duh (12 Îlon) li Washingtonê bi Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance û Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Marco Rubio re civiyan.

Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin "Qeterê tevkariya xurt a bi DYA’yê re, piştevaniya DYA’yê ya ji bo serdestiya dewletê û hewldanên wê yên pêkanîna aştiyê li herêmê, teqdîr kir."

Li gorî daxuyaniyê, Şêx Mihemed Bin Ebdurehman Bin Casim Al Sanî diyar kir ku Dohayê ji ber êrişên vê dawiyê yên Îsraîlê, tevahî tedbîrên pêwîst ên parastina ewlehî û serdestiya xwe girtiye.

Artêşa Îsraîlê roja Sêşemê (9 Îlon) navenda Hemasê ya li Dohayê kiribû armanc. Di encamê de yek jî kurê serokê polîtburoya Hemasê ya li Xezayê Xelîl El Heyê, 6 kes hatin kuştin.

(bb)