Rojnameyên erebî bal kişand ser hevrikiya Tirkiye-Îsraîlê ya li ser Sûriyeyê

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de bal kişand ser hevrikiya Tirkiye-Îsraîlê ya li ser xaka Sûriyeyê û nîşaneyên dabeşkirina Sûriyeyê. Rojnameyê der barê siyaseta Trump de jî destnîşan kir ku Turmp dixwaze şerekî aborî yê nû derxe.

Rojnameyên erebî bal kişand ser hevrikiya Tirkiye-Îsraîlê ya li ser Sûriyeyê
10 nîsan, 2025   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên vê sibehê de, hevrikiya Tirkiye-Îsraîlê ya li ser Sûriyeyê, siyaseta gumrikê ya Donald Trump, her wiha dan û standinên Tehran û Washingtonê ku li Omanê dewam dikin, nirxandin.

‘XEZA LI SER NEXŞEYA ÇARESERIYA SÛRIYEYÊ... SÛRIYE ÇAWA BÛ TEXTÊ KIŞIKA HERÊMÎ?’

Rojnameya El Nehar a Lubnanê ku cih da geşedanên li Sûriyeyê û diyar kir ku şerê demdirêj ê li Sûriyeyê welat veguherandiye qada pêşbaziya herêmî ya di navbera hêzên mezin de. Rojnameyê destnîşan kir ku piştî paşketina rejîma desthilatdar aloziya di navbera Tirkiye û Îsraîlê de zêdetir bûye û her yek ji wan dixwaze hegemonyaya xwe li Sûriyeyê xurt bike.

Li gorî rojnameyê, Enqere hewl dide hebûna xwe ya siyasî û leşkerî xurt bike û roleke sereke di jinûveavakirinê de bilîze. Hate gotin Tel Avîv jî vê hewldanên Tirkiyeyê wek metirsiyeke rasterast li ser ewlehiya xwe dibîne û hişyariyê dide nêzîkbûna hêzên Tirkiyeyê bo sînorên xwe.

Rojnameyê bal kişand ser rola Amerîkayê wekî navbeynkar û pêşniyara dabeşkirina nefermî ya qadên bandorê li Sûriyeyê. Hate gotin, li gorî pêşniyarê berfirehkirina kontrola Tirkiyeyê li bakur, parastina herêmeke tampon a Îsraîlê li başûrê Şamê û berdewama hebûna Amerîkayê li rojhilat û hebûna Rûsyayê li peravê ye.

Rojnameyê êrişên Îsraîlê yên li ser baregeha T-4 a nêzî Tedmûrê wekî ber nîşaneya stratejiya li hemberî zêdegaviyeke nû ya Tirkiyeyê bi nav kir û diyar kir ku li gel vê bûyerê jî armancên pêşîn ên Tel Avîv û Washingtonê ji hev cuda ne. Hate diyarkirin ku DYA’yê hewl dide di têkiliyên xwe yên li gel Tirkiyeyê de ku hevkarek di NATO’yê de û garantîkirina ewlehiya Îsraîlê wek hevkarekî stratejîk de hevsengiyê çêke.

Rojnameyê bi bîr xist ku Enqere bi rêya tevlêkirina alîgirên xwe yên komên çekdar di sazûmaniya nû ya dewleta Sûriyeyê de hebûna xwe li Sûriyeyê xurt bike.

Rojnameyê her wiha îşaret bi vê yekê kir ku dabeşkirina Sûriyeyê bo herêmên bi bandor bûye îhtîmalek rast, di heman demê de bidestxistina aramiyê li welat bi ji nû ve xêzkirina hevbendiyên herêmî û çareserkirina xetên pêwendiyê di navbera hêzên nakok de girêdayî ye.

‘TRUMP DAWÎ LI RÊXISTINA BAZIRGANIYA CÎHANÊ TÎNE’

Rojnameya El Xelîc ku polîtîkayên nû yên gumrikê yên Donald Trump nirxand û diyar kir ku biryaran Trump, Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê ku di sala 2005’an de qedexeyên parastinê ji holê rakir, bi dawî dike. Li gorî rojnameyê, vegera li polîtîkayên îzolasyonîst dikare şerekî bazirganî yê nû derxe holê.

ENCAMÊN DAN Û STANDINÊN ÎRAN-DYA’YÊ Û ENCAMÊN WAN ÊN ÇAVERÊKIRÎ

Rojnameya El Ereb jî di rojeva xwe ya îro de dan û standinên Îran û DYA’yê ku li Omanê dewam dikin. Rojnameyê destnîşan kir ku ev diyalog hizira diyalogên berfireh ku hêzên navneteweyî daxwaza wê kiribûn, paşde bir. Her wiha diyar kir ku dibe ku Washingtonê ji bo hêsankirina peymana nûkleerî însiyatîfeke bi lez pêşkêş bike.

Li gorî rojnameyê, ji ber nebûna aliyên herêmî û navneteweyî li ser maseya diyalogan, dibe ku pirsgirêka berfireh a di navbera daxwazên Îranê û helwesta Waşhingtonê de tifaqeke giştî bigirêk bike.

(bb)