‘Berxwedana li Tişrînê bûye remzeke dîrokî’

Nobedarên Bendava Tişrînê diyar kir ku berxwedana li Bendava Tişrînê bûye remzeke dîrokî û got dê heya rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nobetê bidomînin.

‘Berxwedana li Tişrînê bûye remzeke dîrokî’
10 nîsan, 2025   11:53
BENDAVA TIŞRÎN
ROHAT XELEF

Ji 8’ê Çileya îsal ve, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca parastina Bendava Tişrînê û nîşandana dijberiya xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nobetê digirin.

Ji çalakgerên nobeta Tirşînê Îbrahîm Qadir diyar kir ku ew berxwedana aştiyane ya parastina bendavê ji êrişên dagirkirinê didomînin û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe hewl dide em serî jê re bitewînin. Lê em serî natewînin. Em dê heya serkeftinê li ber xwe bidin."

Îbrahîm Qadir îşaret bi vê yekê kir ku ew morala xwe ji berxwedana şervanên QSD û YPJ’ê digirin û anî ziman ku dê heya dawiyê piştgiriya şervanan bikin.

Çalakgera bi navê Celîla Mihemed destnîşan kir ku berxwedana Bendava Tişrînê bûye remzek dîrokî û wiha domand: “Xwîna gelê me di rêya parastina vê xakê de bûye yek. Ez jî wek dayika şehîd Kobanê û dayika du şervanên QSD’ê soz didim zarokên xwe û hevalên wan ku ez ê heya nefesa dawî piştgiriya wan bikim.”

Celîla Mihemed diyar kir ku tevahî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştevaniya berxwedana bendavê didomîne û got: “Ji bo erd û bendava xwe em amade ne hîna jî berdêlan bidin.”

Kajîna 8 salî jî ku cihê xwe di berxwedana bendavê de girtiye, got: “Em bendava xwe ji dijmin re nahêlin. Bendav bendava me ye. Çi bikin jî em ê bendava xwe biparêzin.”

Osman Osê tevî nexweşiyên xwe yên kronîk jî nobetê digire, anî ziman ku parastina welat erkekî exlaqî û welatparêziye ye û got: “Tiştek nikare li pêşiya vî erkî bibe asteng. Tevî nexweşiyên xwe ez ê werim bendavê. Heya ku êrişên dijmin nesekinin û îradeya gelê me bi ser bikeve em ê bi paş de venegerin.”

(bb)

ANHA