Rojnameyên erebî: Aloziya li Iraqê gur dibe, bandorê li dewletên derdorê dike

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî aloziya li Iraqê, êrişên li Başûrê Kurdistanê û helwesta Washingtonê ya li hember Hûsiyan nivisîn.

Rojnameyên erebî: Aloziya li Iraqê gur dibe, bandorê li dewletên derdorê dike
17 ÇILE, 2024   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî aloziya li Iraqê nûçeyek bi sernavê "Gurbûna aloziyê li Iraqê barê dewletên herêmê girantir dike" weşand. 

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku aloziya di navbera komên çekdar û hêzên Amerîkayê de li Iraqê, piştî şerê Xezayê metirsiyên dewletên herêmê zêde kirin ku di encama vê aloziyê de aloziyeke din çêbe û barên wan girantir bibe.

Her wiha di nûçeyê de hate diyarkirin ku geşedanên ewlehiyê yên balkêş li Iraqê, bandorê li dewletên derdorê, bi taybet Urdinê dike. Ji ber ku Urdin hêvî dike ku pêdiviyên xwe yên petrolê ji Iraqê peyda bike, li kêleka wê bi Misirê re hevalbendiyek çêkiriye ku êdî bi navê Hevalbendiya Şamê tê naskirin.

‘ÇIMA PASDARÊN ÎRANÊ HEWLÊRÊ BOMBEBARAN DIKIN?’

Têkildarî êrişa li ser mala bazirganekî Kurd a li Hewlêrê rojnameya El Şerq El Ewsat nûçeyek parve kir. Di nûçeyê de rojnameyê destnîşan kir ku Îranê gotiye di êrişê de sîxurekî Îsraîlê kuştiye, di nava hêzên alîgir û hevrik ên Iraqê de di gelek aliyan de tê nirxandin.

Rojnameyê da zanîn ku piştî 2 rojan ji serdana serokê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji Bexdayê re, êriş pêk hat. Barzanî di serdanê de nekarî ji Çarçoveya Koordînekirî ya desthilatdar, destekê bi dest bixe ji bo ku komên alîgirên Îranê êrişên xwe li dijî Hewlêrê rawestîne, lê belê siyasetmedarên iraqî Barzanî "hişyar kir" ku daxwaza Kurdan ku Koalîsyona Navneteweyî li axa Herêma Kurdistanê bimîne, dê ‘agirbesta hesas’ têk bibe.

‘WASHINGOTIN DÊ HÛSIYAN DÎSA BIXE LÎSTEYA TERORÊ’

Rojnameya El Erebî El Cedîd ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyeke amerîkî, îşaret pê kir ku çaverê ye rêveberiya serokê Amerîkayê Joe Biden, Hûsiyên li Yemenê careke din wek "terorîst" bisinifîne.

Artêşa Amerîkayê piştî êrişên Hûsiyan ên bi moşekên balîstîk ên li dijî keştiyan li Deryaya Sor, êrişî baregeh û navendên Hûsiyan ên li Yemenê kir.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) navîna Sibata 2021`an piştî mehekê ji destpêkirina rêveberiya Joe Biden, koma Hûsiyan ji lîsteya rêxistinên terorîst derxistibû.

(şx)